Polîsan êrîşî taziya endama YPS- JIN Binefş kirin!

17:03

JINHA

EDENE - Polîsan li Edenê bi çekan êrîşî konê Endema YPS- JIN Filiz Yagiz (Binefş Gabar) a ku di Nisêbînê de jiyana xwe jidest dayî kirin. Dema ku polîsan dest danîn ser konê şînê, jinek birîndar bû.

Endama YPS- JIN a ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Nisêbînê hatî qatilkirin îro li Kavşaxa Taxa Dagliogluya Edenê konê şînê hat vekirin. Polîsan kon bi wesayîtên zirxî xistin bin dorpêçê û bi çekên luledirêj derdor gulebaran kirin. Di gulebaranê de jina bi navê Tenzile Çetinkaya ji mile xwe birîndar bû. Piştî ku gel bertek nîşandan polîs vekişiyan. Cara duyem polîs hatin konê şînê rakirin, li wesayîtê kirin û birin. Her wiha dest danîn ser wêneyên Binefş ênli konê şîn daleqandî jî.

Dema polîsan kon rakir li ava şid û bombeyên gazê ser welatiyan de barandin û ji cihê taziyê derketin.

(dt/zt)