'Wê bajarên hatine xerakirin bi keda jinan bên înşakirin'

17:18

JINHA

ÊLIH - Kampanye ya ku ji aliyê Platforma Jinên Êlihê ve ji bo bajarên hatî xirakirin ji nû ve bên avakirin hatî despêkirin di roja 2. de berdewam dike.

Kermesa ji aliyê Platforama Jinên Êlihê ve ji bo ji nû ve avakirina bajarê Cizîr, Sur, Nisêbîn, Şirnex û Geverê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatî xirakirin di roja 2. de berdewam dike. Kermesa bi piştevaniyek mezin hatî vekirin rastî eleqeya mezin tê. Cîgira Hevşaredara Êlihê Semra Guneş di derbarê xebatên kermesê de wiha axivî: "Ji bo ku em bajarê hatin xera kirin dîsa avabikin dê înşa bi destê jinan bê destpekirin." Semra diyar kir ku divê piştgirî û piştevanî hîn zêdetir bibe.

Semra bilêv kir ku ji bo Cîzir, Sur, Nisêbîn, Şirnex û Geverê kermes amede kirine û divê hemu hevgirtin û Platforma Jinên Êlihê piştgiriyê hîn mezintir bikin û wiha berdewam kir: "Bajarê ku hatin xera kirin bajarên me ne û zarokên ku tên qatilkirin zarokên men in. Em jin bi dengek bilind û bi piştgiriyek xurt em ê bi xebitin û carekdin bajaran înşabikin. Di vê çerçovê de em piştgirî ji gelê xwe dixwazin. Eger nîvê civakê jin be dê piştgiriya înşakirinê jin bin."

(dt/zt)