'Tama xwarinên ser agir bi destê herkesê nakeve'

09:07

JINHA

COLEMÊRG - Li gundê Dîzê xarinên xwezayî li ser kozên agirê daran tên kelandin û pijandin, ji bo wê jî tama wan cudaye.

Jinên gundên Dîzê ên Colemêrgê debara mala xwe bi çavkaniyên xwezayî dikin. Hemû tiştên xwezayî ji pincar heya dexil û danê xwe hemûyê ji xwezayê digirin. Gaz û doxal gazê naxebitînin, ji ber hemû xwarinên xwe û çaya xwe ya her roj ji berbanga sibê de bêhna wê xwe li seranserî gund dipêçe li ser kozên agirê daran çêdikin. Jina bi navê Sevda Yilmaz hem xarina xwe ya li ser kozan dikele li hev dixe û hem jî di axive.

Sevda hem xwarina xwe li hev dixe û hem jî wiha qala jiyana xwe ya rojane dike; "Em serê sibehê zû radibin agirê xwe pê dixin jin li derdora kûçikan kom dibin xwarinên cûr bi cûr yek û din re pêşniyar dikin. Em çayên xwe ji ser kûçikan amade dikin. Em jin li ber çay vexwarinê re sohbetan dikin di xwarin çêkirinê de ji yek û din re dibin alîkar. Em naxwazin ku tu car kevneşopiyên me bên wenda kirin mirov ji bi çanda xwe kevneşopiyên xwe re dewlemende."

(zyd/zt)