'Parastina cewherî mafek rewa ye'
09:08
Jînda Azad-Lîlav Çolî/JINHA
QAMIŞLO - Jinên li Dadgeha Civakî ya bajarê Qamişlo yê, bêhuqûqiya dewleta Tirkiyê ku niha êrîşên dijwar li ser Nisêbînê pêk tîne, nirxandin.
Jinên li Dadgeha Civakî ya bajarê Qamişlo de, êrîşên dewleta Tirkiyê bi ser bajarê Nisêbînê wek îhlalkirina qanûnên navnetewî nirxandin û dane diyar kirin ku yên bêdeng dimînin jî hevparê vê tewanê ne. Jinan bal kişandin ser girîngiya parastina rewa û gotin, "Ev mafeke hûquqî ye." Endama Dadgeha Civakî Nûjîn Melek derbarê rewşa niha li Nisebînê diqewime û kiryarên dewleta Tirk li beramberî gelê Bakûrê Kurdistanê axivî û got: "Êrîşên ku li ser gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê pêk tên, ez şermezar dikim. Niha bi tank û topên xwe êrîş dikin û malên gel bi dozeran xera dikin. Em wek jinên di dadgehê de bi tu awayî neheqiyê qebûl nakin. Divê li beramberî vê Kurd û gelên azadîxwaz di her warî de: huqûqî, siyasî, civakî li ber xwe bidin."
'Têkoşîna gelê Kurd mafdar e'
Nûjîn êrîşên dewleta Tirkiyê yê li hember bajarê Qamişlo jî bi bîr xist û wiha pêde çû, "Jixwe li Nisêbînê bi awayê herî giran êrîş dikin. Her wiha li Qamişlo jî dixin. Ji bo gel bitirsînin wiha dikin, lê dê nekaribin vê biser bixin. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîneke mafdar e. Ji bo rêveberiya xwe ya xweser di nav berxwedanê de ye. Her cure êrîşên ku li ser gel were, mafê gel heye ku xwe di çarçoveya parastina rewa de biparêze û tişta niha li Bakûr diqewime ev e."
'Ji ber polîtîkaya li ser Kurdan, qanûn û zagon têne jibîrkirin'
Endama Dadgehê Nûcan Xelîl jî got: "Rojane malên gel tê şewtandin û xerakirin. Her wiha bi hezaran gel hatiye koçberkirin ji ber kiryarên AKP'ê. Armanca wan ne tenê Nisêbîn e, di heman demê de hemû gelê Kurd kirine hedefa êrîşên xwe." Nûcan balê kişand ser polîtîkayên dijî-hûquq a dewleta Tirk û wiha dirêjî da gotina xwe, "Di esas de Tirkiyê hemû rêgez û mafên mirovan binpê kiriye. Ev îhlalkirina zagonên bingehîn ên Navnetewî ye. Lê cîhan li pêşberî vê tiştekê nake. Ji ber li ser Kurdan polîtîkayek heye ku li wir qanûn û zagon hemû têne jibîrkirin. Ne tenê dewleta Tirkiyê, hêzên navnetewî jî bersûç in. Divê ev yek baş were dîtin û darizandin. Li bakûrê kurdistanê êrîşek hovane pêk tê. Tola Rojavayê Kurdistanê ji wir tê girtin. Doza gelê Kurd wê bi têkoşîn û berxwedana jinan bi ser bikeve."
(en/rc)