Li Oltuyê li girtiyan îşkence û surgun
09:09
JINHA
ERZÎROM- Xizmên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Oltuyê, diyar kirin ku ji ber ku girtî ketine greva birçîbûnê îşkence lê hatine kirin û surgunkirin.
Zext û îşkenceya li ser girtiyên siyasî yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe zêde dibe. Hinceta zêdekirina îşkece û zextan, grevên birçîbûnê û firaran nîşan didin û hema hema dest dane ser hemû hewcedariyên sereke yên girtiya. Yek ji girtîgehên ku zext û îşkence lê ye girtîgeha Oltu ya Erzirom3e ye. Girtiyên ji Oltuyê surgunê girtîgeha Erdexanê kirin, hat hînbûn ku zextên fîzîkî û îşkenceyê lê kirine. Malbatên girtiyan diyar kirin ku di dema surgunê de îşkence li girtiyan hatiye kirin.
Girtiyan tiştên ku jiyan ji xizmên xwe re gotin. Xizmên girtiyan wiha got: “Girtiyên me ji ber şert û mercên girtîgehê ketin grevê. Girtî ji ber ketine grevê destpêkê îşkece lê hatiye kirin û piştre jî hatine surgunkirin.” Dayika girtiyê bi navê Tamer Gurdeyîr got beriya kurê wê bê surgunkirin gardiyanan destê kurê wî kelepçe kirine û piştre jî îşkence lê kirine.
Malbatan diyar kir ku zext û şîdet tenê bi vê sînor nemaye û got: “Cezayê dîsîplîn, hobî, hevdîtin û ragîhandinê didinê. Dema em diçin hevdîtinê jî bi zanebûn me didin sekinandin. Ev hemû pêkanînên keyfî yên girtîgehê ne.”
Malbatan ji bo zext bi dawî bibin banga hestiyariyê kir.
(hu)