'Ên dengê xwe dernaxin jî hevkarê hovîtiyê ne'
09:09
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Endamên Heyva Sor a Kurd ya bajarê Til Temir, êrîşên ku li ser taxa Şêx Meqsûd ji hêla opozisyona Sûriyê ku ENKS'ê jî di nav de ye tên kirin, bi tundî şermezar kirin û gotin, "Ên li hember hovîtiyê tê pêk anîn bê deng bibin ew jî hevkarê vê tewanê ne."
Li Sûriyê di çavdêriya Netewên Yekbûyî de, bi pêşengiya ABD-Rûsiya agirbesta ku ji 27'ê Sibatê de ketiye meriyetê û şûnde, bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd a bajarê Helebê dikin. Ji ber êrîşê çeteyan bi dehan sivîl jiyanê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bû. Têkîldarê êrîşê çeteyan Endamên Heyva Sor a Kurd ya bajarê Til Temira Kantona Cizîrê nirxandin kirin û gotin dê têkoşîna wan yê jiyanê dewam bike.
'Hovîtî di asta herî bilind de pêk tê'
Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Nesrîn Dawûd da xuya kirin ku ev du meh in taxa Şêx Meqsûd bi awayekî hov tê topbaran û wiha pê de çû: "Di bêdengiyeke heya dawiyê opozisiyona Sûriyê û bermahiyên ENKS'ê êrîşî taxa Şêx Meqsûd dikin û sivîlên bê guneh qetil dikin. Ev hovîtî gihiştiye asta ku bi çekên kîmawî jî mirovan li wir qetil bikin, mixabin li hemberî van êrîşan hêzên navnetewî û saziyên mirovî bêdeng dimînin. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me tevî hemû komkujî û êrîşan bi vîna xwe van hêzên tarî bi binbixîne û pîlanên wan vala derxîne. Her kesê ku çavê xwe li ber van êrîşan jî bigire hevkarê vê hovîtiyê ye."
'Gelek sivîl hatin qetilkirin'
Şêrîn Îsmaîl jî ev komkujî bi tundî şermezar kir û wiha got: "Gelê me li taxa Şêx Meqsûd ev demeke ku bi komkujiyan re rû bi rû dimîne. Di encamê de gelek sivîlan jiyana xwe jidesta dan. Dermanên ku ji bo tedawîkirinê jî pêwîst in li wir nayên peydakirin. Pêwîste hemû hêzên navnetewî û saziyên mafê mirovan helwesta xwe di vê derbarê de nîşan bidin û gelê sivîl ji vê rewşa xeter rizgar bikin.
'Em ê bi vîna xwe serbikevin'
Nûhat Mustefa diyar kir ku bi hemû rêbazên qirkirinê ev êrîş li ser gelê kurd tên kirin û wiha got: "Di dîrokê de dijmin her xwestiye ku kurdan qir bikin. Îro ev yek careke din li taxa Şêx Meqsûd eşkere li ber çavê hemû mirovahiyê tê kirin, lê mixabin ti kes dengê xwe nake. Malên gel tên talankirin, sivîl tên qetilkirin. Lê dîsa jî hêzên navdewletî bi teybet bê deng û bê helwest e. Em ji vir dengê xwe bilind dikin û dibêjin eger tevahî dinya li hemberî van kiryarên qirêj bêdeng bimîne, em ê ti caran têkoşîna xwe kêm nekin, her em ê bi vîna xwe destkeftiyên mezin bidest bixînin."
(hs/rc)