Tevahiya şevê Nisêbîn dibin topbaranê debû
09:53
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê ku li hemberî berhxwedana Nisêbînê bi ser nakevin taxên Abdulkadirpaşa, Firat, Dicle û Yenişehirê şev pêde bombe kirin.
Li navçeya Nisêbînê berxwedana YPS û YPS-JIN'ê ya li hemberî hêzên dewletê di roja 66'an de berdewam dike. Qedexeya derketina kolanan û dorpêça li ser navçeya Nisêbînê ku di 13'e Adarê de dest pê kiribû bê navber berdewam dike. Di şerê 66 rojan ê li Nisêbînê de heta niha 100 tîmên taybet û polîsên taybet hatin kuştin. Hêzên dewletê ku heta niha gelek leşker û polîsên xwe di vî şerê Nisêbînê de kuştin, niha bombe dike. Duh jî 16 JOH û POH di êrîşa YPS û YPS-JIN'ê de birîndar bûbûn. Hêzên dewletê ku gelek leşker û polîsên xwe li vir winda dike, şevê din heta serê sibê bê navber taxên Yenişehir, Dicle, Firat û Abdulkadirpaşa bombebaran kir.
Maşîneyên zirxî yên li ser Rêya Îpekê bi cih b3une, bi top û obusan bombe kir. Li kolanên Çagçag, Şirin û Kanaryayê şerê dijwar pêk tê.
(kom/zt)