Jinên Çinarê hestên xwe derbasî tuwalê dikin

10:01

JINHA

AMED – Li Çinarê jinên diçin kursa wênexêziyê, hestên xwe li ser tuwalê nîşan didin û dibêjin ew xwe herî baş li vir îfade dikin.

Li Çinar a Amedê ji aliyê şaredariyê ve ji bo jinan xebatên xweser tên berdewam kirin. Bi armanca ku ji jinan re qadên azad bên avakirin, yek ji xebatên ketiye jiyanê qursa wênexêziyê ye. Jinen beşdarî kursê dibin hestên xwe bi wênexêziyê nîşan didin û hilberînên çandî derdixînin holê. Jin piştî qursê xwe amade dikin ku pêşangehekî vekin.

‘Em armanc dikin ku xwe bigihînin zêdetir jinan’

Elîf taş ya ku kursê de perwerdê dide, diyar kir ku ji ber bi hunerê xwendekarên jin bawerbûne xebatek wisa dane destpêkirin û got armanc dikin ku xwe bigihînin gelek jinên din. Elîfê da zanîn ku jin hestên xwe bi wênexêziyê li ser tuwalê nîşan didin û bi saya vê xwe rehet dikin. Elîfê wiha got: “Hemû xwendekarên tên vir jinin. Ji ber ku bixwe bawerin tên vir. Bi wêneyan hestên xwe tînin ziman. Hest û êşên xwe li ser tuwalê nîşan didin.

‘Jin wê terza xwe danîn holê’

Elîfê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jin bûne xwedî raye û hunera xwe ya wênexêziyê pêş xistine. Jin wê êdî terza xwe danîn holê. Malbatan destpêkê erênî mêze nedikir.Lê her ku serkeftina jinan dîtin, teşwîq kirin. Jin di hunera wênexêziyê de pêngav bi pêngav pêş dikevin. Em jî plan dikin ku bi wêneyên wan pêşangehekî vekin.” Elîfê got kurs ji bo jinan bûye qada civakîbûnê.

‘Min xwe bi wênexêziyê heyî kir’

Xwendekar Eylul Ozcan ku 4 mehe tê kursê, diyar dike ku di vê mijarê de bixwe bawere û wiha got: “Ez wisa difikirim ku ez bi wênexêziyê xwe perwerde dikim. Ji bo min gelek baş e. Ez wêneyên li gorî xwe çêdikim. Xêzên min, min nîşan didin. Ez xwe tevlî dikim.”

‘Hestên xwe di wêneyan de nîşan didim’

Emîne Parilti jî got wê dest ji xeyalên xwe yên wênexêziyê bernede û wiha pê de çû: “Min li dibistanê ji wênexêziyê hez dikir. Kursek wisa vebû û ez hatim. Ji bo min gelek bi kêf e. Dema firçeyê digirim destê xwe rehet dibim. Malbata min jî destur da. Xeyala min ya herî mezin ez bi vê hunerê re mijul bibim. Heta ku biçim, ezê berdewam bikim.”

(hu)