'Bila bêhna Nisêbînê hebe ew jî bese'
10:01
JINHA
MÊRDÎN - Jinên Nisêbînî ên ku neçar mane ji ber êrîşên giran yê dewletê û 'qedexeyê derketinê' koçî Qoserê bikin diyar kirin ku ew ê tu car dev ji axê xwe bernedin û gotin, "Bila bêhna Nisêbînê hebe ew jî bese. Em ê kon vedin û bijîn."
Li hember êrîşên qirkirinê yê li ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê berxwedan li qadên xwerêveberiyê berdewam dike. Li navçeyê Nisêbîne ku 66 rojin qedexe lê berdewam dikin, welatiyên ku neçar mane ji taxê derên û koçî Qoserê bikin, benda roja vegerê ne. Jinên Nisêbînî ên ku derketina ji Kurdistanê red dikin gotin, "Malên me xirab kirine. Lê em ê li Nisêbînê konê vedin û bijîn. Em dev ji warên xwe bernedin."
'Bila malên me xirab bikin lê bila wendahiyek ji can çênebe'
Nasîbe Sonmez diyar kir ku ew neçar mane ji Nisêbînê derên û got, "7 caran qedexeyê derketinê hat îlan kirin, lê me malên xwe terk nekiribû. Di qedexeya herî dawî de em neçar man derên. Çewan qedexe rabe em ê biçin warên xwe. Di yekemîn qedexeyê de yek ji xizmên me hat qetil kirin. Zarokên me ditirsîn, hevjîna kurê min piştî gule lê hat reşandin, zayîn kir. Em gelek rewşa Nisêbînê meraq dikin û dişopînin. Bila malên me tev xirab bikin lê bela wendahiyek ji can çênebe. Zilma ku hember kurdan pêk tê bê mafiye."
'Çewan qedexe rabû em ê tavilê vegerin'
Nasîbe da zanîn ku ew ê warên ku lê ji dayîkbûye tu car terk neke û wiha pêde çû, "Em dixwazin vegerin warênx we. Weke berê em destê xwe dirêjî cîranên xwe bikin û jiyanê parvebikin. Em bi dilê xwe ji Nisêbînê derneketin û nerevîn. Rê îro jî vebe em ê biçin. Eger malên me xirab kiribin jî em ê konê vedin û li Nisêbînê bijîn."
'Bila bêhna Nisêbînê hebe ew jî bese'
Nuriye Akdogan bilêvkir ku gava dibêjin Nisêbîn dilê wê disoje û wiha dirêjî da gotina xwe, "Me malê xwe terk nekir, heya qedexeya 7., lê me dît ku êdî her kes qetil dikin. Em neçar man derên. Niha jî em bûn koçber. Heya ku ji destê me hat me Nisêbîn terk nekir. Dilê me ligel Nisêbînê ye. Em bimrin jî em ê Nisêbînê terk nekin. Bila bêhna Nisêbînê hebe ew jî bese."
(rc)