'Ji ber dewletê em nikarin herin zozanên xwe'

11:31

JINHA

DÊRSIM - Jinên Dêrsimê bertek nîşanî bi navê 'ewlehiyê' li gelek deveran îlankirina 'qedexeya derketina kolanan' dan û gotin: "Her tiştên dewlet zindî dibîne qetil dike. Divê ev komkujî bên rawestandin."

Li Nisêbîn û Şirnexê nezî du mihane 'qedexeya derketina kolanan' berdewam dike û hertim li gund û navçeya qedexe tên îlan kirin, qad tên bombekirin. Li gelek herêman li ser navê 'herema ewlehiyê' ketin û derketin tên qedexe kirin. Bi îlan kirina 'herema ewlehiyê' welatî nikarin sewalên xwe bibin zozanan. Deverên tên bombekirin ekosistem tê tune kirin. Herî dawî li 15 gundên navçe ya Mazgêrd a Dersimê 'qedexeya derketina kolanan' hat îlan kirin. Jinên Dêrsimê jî wiha bertek nîşanî qedexeyên tên îlankirin dan: "Ne bese dewlet bajaran xira dike li gundan jî qedexe îlan dike. Dewlet hemu zindiyan qatil dike. Em li kur bijîn? Ev dewlet çi ji me dixwaze."

'Em hemu bûn şahidê qatlîama Cizirê'

Fecire Tekin diyar kir ku hemu cîhan bûn şahidê qatlîama Cizirê, dewletê wahşet kir û wiha bertek nîşan da: "Di salên 90'an de heman tişt hatin kirin. Di salên 90'an de ez li gundê Sutluce yê bûm. Wê demê jî dewletê dixwest me ji gundan derxe. Hemu sewalên me kuştin. Malên me şewitandin. Em neçar man ji gundê xwe koç bikin. Dewletê hemu der şawitandin û heywanên me di şikeftan de kuştin. Em neçar man me mala xwe anî Dêrsimê. Em dibînin îro wek berê ye û tiştek nehatiye guhertin. Dewlet hemû deran di şewitene. Em hemu bûn şahidê qatlîama Cizirê. Zarok sax şewitandin. Ev çi wahşete? Bese êdî bila ev xwîn bisekine û aramî were. Bila êdî aştî were û çareseriyek çebibe. Bila xwîna zarokên me bes birije."

'Em dixwazin vegerin gundê xwe'

Fidan Oduncu jî got ku li herêmê debara wan bi xweyîkirina heywanana ne û wiha dom kir: "Bila ev şer bi dawî bibe. Bila êdî dayik negirîn û zarok bes bimrin. Berî 5 salan dewlet dîsa ket Mazgîrtê û em hemu ji gund derxistin. Em neçar man ku ji gund derkevin. Dewletê bi dehan mirov qatilkirin û hîn jî qatlîma dike. Dê kengî ev xwîn e bisekine? Dewletê zarok, ciwan, sivîl û mirovên temên mezin şewitand in. Em neçar man me sewalên xwe firotin. Debara me tenê xwedîkirina sewalane, lê dewletê pêşiya vê jî girt. Em dixwazin vegerin gundê xwe."

'Qadên şînahiyê tune dikin'

Di dawî de Elif Kiliç jî got ku dewlet xwazayê qatil dike û wiha dom kir: "Tayyip çi ji me dixwaze? Her sal li gundan qedexe heye, gundiyan ji gundên wan derdixin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Bi bombe kirina çiya qadên şînahiyê tune dikin. Dewletê em anîn rewşekî ku em mêhvanî herin gundê xwe. Bila êdî ev tundî bi dawî bibin, em aştî dixwazin. Ma em zarokan tînin ji bo dewlet qatil bike?"

(dt/zt)