Li Şirnex û Nisêbînê pevçûn giran bû
11:44
JINHA
ŞIRNEX/MÊRDÎN - Li hember êrîşên qirkirinê li Nisêbîn û Şirnexê berxwedan berdewame.
Li Şirnexê, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 65. de ye, bomberdûman û şer dewam dike. Di bomberdûmana duh danê êvarê ya li hemberî taxên Yenîmahalleh û Bahçelîevlerê de gelek xanî hedef hatin girtin. Gelek xaniyên bûn hedefa obusan şewitîn. Bi saetan dû bi ser van xaniyan ket. Tevî bomberdûmanê, li taxên Yenîmahalle, Bahçelîevler, Cûmhûriyet û Aydinlikevlerê şerekî dijwar qewimî. Li Yenîmahalleyê bi şev heta danê sibehê şer qewimî. Ber destê sibehê jî li hemberî taxên Cûmhûriyet û Bahçelîevlerê bomberdûmaneke giran dest pê kir. Tevî vê bomberdûmanê maşînên zirxî yên li derdora van taxan bi cih bûne, guleyan li taxan direşînin.
Tax bi wesayîtên zirxî tên gulebarankirin
Li taxa Yenîmahalleyê bi şev heta sibehê pevçûnan berdewam kir, serê sibehê jî bi pevçûn û bombebaran li taxên Cumhuriyet û Bahçelîevlerê zêdetir bû. Taxên hatin bombebarankirin li aliyê din bi wesayîtên zirxî ve jî bi çekên giran bênavber têbombebarankirin.
Bi şev heta sibehê li qadên pevçûnê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23'yemîn Fermandariya Cendirmeyan a Sînor hatin û çûn.
Sewqiyata leşkerî berdewam kir
Li bajar û çoltera bajar tevgera helîkopteran û amûrên bêmirov (ÎHA) berdewam kir û wesayîtên zirxî hatin sewqkirin.
Li bajar hêzên dewletê ji wesayîtên zirxî sirûdên nijadperest didin guhdarkirin.
Li Nisêbînê berxwedan di roja 66. de ye
Li navçeya Nisêbînê berxwedana YPS û YPS-JIN'ê ya li hemberî hêzên dewletê di roja 66'an de berdewam dike. Qedexeya derketina kolanan û dorpêça li ser navçeya Nisêbînê ku di 13'ê Adarê de dest pê kiribû bê navber berdewam dike. Di şerê 66 rojan ê li Nisêbînê de heta niha 100 tîmên taybet û polîsên taybet hatin kuştin. Hêzên dewletê ku heta niha gelek leşker û polîsên xwe di vî şerê Nisêbînê de kuştin, niha bombe dike. Duh jî 16 JOH û POH di çalakiya YPS û YPS-JIN'ê de birîndar bûbûn. Hêzên dewletê ku gelek leşker û polîsên xwe li vir winda dike, şevê din heta serê sibê bê navber taxên Yenişehir, Dicle, Firat û Abdulkadirpaşa bombebaran kir.
Maşîneyên zirxî yên li ser Rêya Îpekê bi cih bûne, bi top û obusan bombe kir. Li kolanên Çagçag, Şirin û Kanaryayê şerê dijwar pêk tê.
(rc)