Li hesekê sivîlek birîndar bû

12:42

JINHA

HESEKÊ - Hêzên rêjîma Baas li Hesekê êrîşî benda Asayîşê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Asayîşê bersiv dan û pevçûn derket. Di pevçûnan de sivîlek birîndar bû.

Hêzên rêjîmê îro saet derdora 09.00’an de li kolana Qamişlo ya Hesekê êrîşî benda kontrolê ya Asayîşê û welatiyên sivîl kirin. Li ser vê yekê Hêzên Asayîşê bersiv dan û pevçûn derket. Derbarê pevçûnên ku hîn cih bi cih dom dikin de, agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di êrîşa dest pê kê ya hêzên rejîmê de welatiyekî sivîl ku nasnameya wî ne hate zanîn, ji singa xwe birîndar bû. Welatiyê birîndar ku xwe gihand benda Asayîşê ji aliyê endamên Asayîşê ve rakirin nexweşxaneyê.

Aloziya li herêmê didome.

(rc)