Navenda Çandê ya Cizîrê hate desteser kirin!

12:49

JINHA

ŞIRNEX - Lijneya Wezîran, der barê gelek bajar û navçeyên Kurdistanê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dagirkirin, biryara "Îstimlakirina lezgîn" stend. Di çarçoveya biryara Wezîran a "Îstimlakirina lezgin" de Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê ji aliyê dewletê ve hat desteserkirin. Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku konsepta "ewlehiyê" didome.

Li Kurdistanê hêzên dewletê şerê taybet berdewam dike. Di çarçoveya şerê taybet de li gelek navend û navçeyan Lijneya Wezîran ji bo karibe her derê dagir bike û vê dagirkirinê rewa û zagonî nîşan bide biryara "Îstîmlakirina Lezgîn" girt. Li Sîlopya, Sûr, Hezex û Cizîrê gelek warên dîrokî û warên taybet ji aliyê dewlet û hikûmetê ve hatin desteserkirin. Herî dawî di çarçoveya biryara Wezîran a "Îstimlakirina lezgin" de Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê ji aliyê dewletê ve hat desteserkirin. Hêzên dewletê ji bo qada Navenda Çandê bikin nokteya polîs û hêzên dewletê Navenda Çandê û zeviya li perçeyê 470'an a parsela 3'yemîn ku ji 26 hezar û 483,09 metreyan pêk tê, biryara "istimlakirina lezgîn" dan. Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku konsepta "ewlehiyê" didome. Hêzên dewletê ji bo qada Navenda Çandê bikin nokteya polîs û hêzên dewletê Navenda Çandê û zeviya li perçeyê 470'an a parsela 3'yemîn ku ji 26 hezar û 483,09 metreyan pêk tê, biryara "istimlakirina lezgîn" dan.

'Navenda çandê dikin navenda polîsan'

Hevşaredar Kadîr, da zanîn ku Navenda Çandê ji aliyê şaredariyê ve hatiye avakirin û niha dewlet dixwaze navenda çandê bike navenda polîsan. Kadîr , destnîşan kir ku bêhiqûqiya li hemberî gel û welatiyan berdewam dike û ev biryara "îstîmlakinê" berê ji aliyê îxtîdara AKP'ê ve hatibû plankirin. Kadîr, anî ziman ku berê jî li gelek nokteyên bajar û navçeyê ji bo bikin navenda polîsan cih hatin îstîmlakirin û niha zeviya Navenda Çandê ku ji 26 hezar û 483,09 metrekare pêk tê û avahiya Navenda Çandê jî heye desteser dikin.

(rc)