Rojnamegerên piştgirî dan Ozgur Gundemê rastî lêpirsînê hatin

12:57

JINHA

STENBOL - 5 rojnamegerên ku di çarçoveya kampanya Rojnameya Ozgur Gundemê ya "Nobeta Hevgerînendeyê ya Weşanê" de nobet girtin rastî lêpirsînê hatin. Rojnameger Ertugrul Mavîogl ku piştgirî da Rojnameyê û rastî lêpirsînê hat, bertek nîşanî lêpirsînê da û got: ""Em ji bo piştevaniyê li wir bûn. Bi xêr û îsabet bû." Serokê Giştî yê Basin-Îşe Faruk Eren, jî diyar kir ku wekî rojnameger dê li gel hemû zextan di ber xwe bidin û nûçeyan çêkin."

Rojnameya Ozgur Gundem, di demên dawî de rastî gelek lêpirsîn û dozan tê û tê xwestin ku bêdeng bê hiştin. Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî van zextan dest bi kampanya "Nobeta Hevgerînendeyê ya Weşanê" kir. Nobet û piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê di roja 15'an de didome. Rojnameger Ertugrul Mavîoglu, Faruk Eren, Ayşe Duzkan, Mustafa Sonmez û Melda Onur yên nobet girtin û piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê rastî lêpirsînê hatin.

'Rastî îxtîdarê aciz dike'

Rojnameger Ertugrul Mavîoglu, diyar kir ku li Tirkiyeyê nivîsandina rastiyan îxtîdarê aciz dike û wiha got: "Îxtîdara li ser împaratoriyê hatiye avakirin ji rastiyan ditirse. Ji ber ku Ozgur Gundem û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê rastiyan dinivîsin dibin hedef.

'Bi xêr û di cih de ye'

Ertugrul, da zanin ku hûyê wî yê li pey rastiyan bigere û rastiyan ronî bike heye û wiha got: "Bi xêr û di cih de ye. Ji bo em li dijî zextên li ser Rojnameya Ozgur Gundemê rawestin em li wir bûn. Lêpirsîna der barê me de bi xêr bû. Di cih de ye. Armanca me parastinarojnamegeriyê ye. "

'Em dê ji bo nûçeyan di ber xwe bidin'

Seroke Gieştî yê Basin-Îşe Faruk Eren, jî diyar kir ku wekî rojnameger dê li gel hemû zextan di ber xwe bidin û nûçeyan çêkin. Faruk da zanîn ku li Tirkiyeyê rewşa çapemeniyê pir xerabe û wiha got, "Em dê ji bo nivîsandina nûçeyan û lêgerîna rastiyan têkoşîna xwe berdewam bikin. Lêpirsîn rewşek trajediye."

(rc)