Li hember dengê topbaranê dergûş û pemû!
14:16
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê lê dewam dike, gelek malbatên ku di konan de dijîn, ji ber dengê top û balafirên şer ji bo zarokên xwe ên ku digrîn çareserî peyda kirin. Malbatên ku pemû dixin guhê zarokan û di dergûşê de didin razandin, wiha pêşî li giriyê wan digrin.
Welatiyên Şirnexî ku ji ber êrîşê hêzên dewletê 10 km wêdetir li Jîngeha Maden Afedê konê xwe vedane û bi cih bûne, jiyanê li dora xwe ji nûve avadikin. Malbat ji ber tevger û dengê balafira şer û topbarana bajêr ku zarokên wan ranakevin, çareseriyek nû peyda kirin. Malbatan ji bo zarokên xwe dergûşên bi darê ve çêkirin û ji bo deng neçe wan pamû dixin guhê wan. Malbatên Şirnexî bi vî aweyî pêşî li giriyê zarokan digrin.
Pelîn Ozbek û Yakup Canerê 1 salî di dergûşa xwezayî de ji hewira şer dûr raketine.
(rc)