Meclisa Ciwanên HDP'ê 10'ê hezîranê li Cizîrê ne

14:48

JINHA

ENQERE - Meclîsa Ciwanên HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Em bi meclîsan xwe bi rêxistin dikin, ji bo jiyanek demokratîk em di ber xwe didin" de dê di 10'ê Hezîranê de li Cizîrê bin.

Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê, bi boneya piştgiriyê bidin gelê Cizîrê di çarçoveya kampanya "Em bi meclîsan xwe bi rêxistin dikin, ji bo jiyanek demokratîk em li ber xwe didin" de dê di 10'ê Hezîranê de li Cizîrê bin. Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Enqereyê têkildarî bernamya kampanyayê li avahiya HDP'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anî. Ciwanan li salona daxuyaniyê pankarta "Em bi meclîsan xwe bi rêxistin dikin, ji bo jiyanek demokratîk em di ber xwe didin" vekirin û daxuyanî da. Li ser navê ciwanan Endama Meclisê Deniz Bîngol, anî ziman ku ji bo aştiyê pêş bixin divê rê li pêş darbeya sarayê bigirin û wan ji bo vê yekê kampanya "Ji şer, pergala serokdewletiyê û qesrê re na" dane destpêkirin.

Deniz, anî ziman ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û bajarên Kurdistanê sûcê mirovahiyê dikin û mafê hemû gelan tê binpêkirin. Deniz, da zanîn ku li dijî mafên mirovan û hiqûqê qedexeya derketina kolanan didome û tax tên dorpêçkirin û wiha domand: "Em qet van komkujiyên li Kurdistanê qebûl nakin. Wekî Meclîsa Ciwanên HDP'ê em dê her dem li dijî van komkujiyan bin. Di vê çarçoveyê de em dê di 10'ê Hezîranê de bi hişyariya 'Ji Gezî heta Cizirê ji bo avakirina jiyana nû' daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê li CIZÎRÊ bin."

(zt)