Li Rezan û Sêrtê jinan kermesên piştevaniyê vekirin

16:33

JINHA

SÊRT /AMED - Ji bo piştevaniya welatiyên ku li Şirnex, Cizîr, Hezer û Sûrê ji ber êrîşên hêzên dewletê hatixe mexdûrkirin li Amed û Sêrtê kermes hatin vekirin.

Platforma Jinê ya Sêrtê ji bo welatiyên ku li Şirnex, Cizîr û Hezexê ji ber dorpêç û êrîşên hêzên dewletê mecbûr mane koçî Sêrtê bikin ji bo 8 hezar welatiyan li cadeya Guresê kermesa piştevaniyê vekir. Jinan xwarinên ku li malên xwe çêkirine û xişrên bi hunera destan çêkirine anîn û firotin. Li ser navê jinan Hevseroka Navençeya Navendî ya Sêrtê Meryem Tirpan axivî û diyar kir ku malbat gelek zehmetiyan dikişînin. Tirpan diyar kir ku ji bo travmaya heyî bê derbaskirin pêdivî bi alîkariya madî û manewî heye.

Ji Şaredariya Rezan kermesa duyemîn

Meclîsa Jinê ya Navçeya Rezan a Amedê jî ji bo piştevaniya malbatên Sûrê cara duyemîn kermes vekir. Kermes li Parka Ayşe Şan hate vekirin û Hevşeraderên Rezan Bîrsen Kaya û Eşref Guler, nûnerên rêxistinên jinan û gelek welatî beşdar bûn. Xwarinên herêmî û şîrinahiyên ku jinan çêkirine hatin firotin. Dahata ji kermesê bê dê bidin malbatên ku mecbûr mana malên xwe yên Sûre terikandine.

(zt)