Polîsan êrîşî 2. Fuara Pirtûkan a Amedê kirin
16:46
JINHA
AMED - Polîsan êrîşî 2. Fuara Pirtûkan a Amedê kirin. Di serdegirtinê de dest danîn ser posterên ji bergên pirtûkên Sakîne Cansiz û Gurbetelli Ersoz hatîn mezinkirin.
2. Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatî vekirin di roja 2 yan de berdewam dike. Polîsên tîmên taybet ser fuarê de girin. Di serdegirtinê de mudaxeleyî standa pirtûkên Weşana Aramê kirin. Di mudaxeleyê de dest danîn ser posterên ji bergên pirtûkên siyasetmendara kurd Sakine Cansiz a li Parîsê hatî qetilkirin û li Tirkiyê yekem Gernendeya Weşanê Gurbetelli Ersoz hatîn mezinkirin.
(zt)