Ji bo endema YPS- JIN Filiz Yagiz mewlud hat dayîn

17:30

JINHA

EDENE - Li konê şînê yên ji bo endama YPS-JIN Filiz Yagiz (Binevş Gabar) hatî danîn mewlud hat dayîn.

Duh li Edenê polîsan êrîşî konê taziyê yê ji bo endama YPS- JIN Filiz Yagiz ( Binevş Gabar) a li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê qatilkirin kiribûn. Di êrîşa polîsan de jinek ji milê xwe birîndar bûbû. Paşê jî polîsan kon desteser kirin. Bi pêşengiya MEYA- DER'ê rêveberên HDP'ê, KCD, KJA yê çûn taziya ku li kolana karsu ya Edenê hatî vedan.

Di mewludê de piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî dayîka Filiz Zubeyde Yagiz axaftinek kurt kir û got: "Di serî de sere Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd saxbe. Ez bi keça xwe serbilindim. Bila yên ku keça min qatilkirin bi zanibin em tucar serî natewîn in. Em ê di riya wan de têbikoşin."

Piştî dua ya mewlud bi dawî bû.

(dt/zt)