Ji bo pêşangeha wêneya a LGBTÎ serlêdanan dest pê kir
09:10
JINHA
STENBOL-Ji bo pêşangeha wêneya ya ku ji jiyana kesên LGBTÎ’î beşan wê pêşkêş bike, serlêdanan dest pê kir. Ji berpirsên projeyê Damla Atak got: “Em bi xebata ku dikin, armanc dikin dîtina LGBTÎ’iyan hinekî zêde bibe.”
RED Wêne û Komeleya LGBTÎ ya Stenbolê di çarçoveya 24’emîn Hefteyê Rumetê de pêşangeha wêneyan pêk tîne. Pêşangeh bi armanca ku kesên LGBTÎ di civakê de bên dîtin, pirsgisrêkên wan bên nîqaşkirin, piştgiriya maf û azadiya wan tê vekirin. Heta 10’ê Hezîranê wê kes dikaribin wêneyên xwe bişînin.
‘Em armanc dikin ku wan zêde nîşan bidin’
Endama RED Wêne û berpirsa projeyê Damla Atak têkildarî pêşangehê de agahî da û da zanîn ku armanca wan eve ku dîtina kesên LGBTÎ zêde bikin û pirsgirêkên wan danîn holê. Damlayê da zanîn ku sala borî pêşangeha bi navê ‘Mîvanxaneya Trans’ vekirine û destnîşan kir ku vê xebata wê pirsgirêkên kesên LGBTÎ ji nêz ve nîşan daye. Damlayê wiha berdewam kir: “Kesên LGBTÎ di alî ahlaqê civakê û nêrîna olî de, her wiha ji ber sedemên gotinên nefretê û polîtîkayan ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Em bi vê xebatê armanc dikin ku LGBTÎ hinek din bên dîtin. Ji ber vê jî di vê projeyê de wêneyen LGBTÎ’yan ku pirsgirêkên rojane yên pêre rû bi rû dimînin, tên vegotin. Ji jiyana wan ya dibistanê bigire heta jiyana wan ya kar, şîdeta ku karkeriya seksê de pê re rû tên, di wêneyan de cih digire.”
‘Divê balê bikişînin ser vê pirsgirêkê’
Damlayê got her kesê eleqeder dixwaze profesyonel dixwaze amator, dikarin beşdarî pêşangehê bibin. Damlayê got: “Beşdarbûna projeyê bê pereye. Her kes dikare wêneyan bişîne. Yên dixwazin beşdarbin, dikarin herî zêde du wêneyan bişînin. Ev wêne dikarin aydê demên berê bin. Lê divê wêne tiştekî vebêjin. Ev ji bom e girînge. Her wiha em dixwazin yên beşdar dibin ji bo wêneyan jî çîrokên kurt binivîsin.”
Damlayê got pêşangeh di Hefteya Rumetê ya îsal de pêk tê û got kesê dixwazin beşdar bibin, wêneyên xwe bila ji ser navnîşana lgbtisergi@gmail.com bişînin.
(hu)