Ji Asya Yuksel ji bo keça wê: Ji bo jin bihêzbin şer dikim
09:14
JINHA
ŞIRNEX - Keça Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel Jiyan Yuksel dayîka xwe wiha vegot: "Dayika min jinek bihêzbû. Dexwest ez jî bihêzbim. Ji bo min digot; 'Ez ji bo te şer dikim. Ji bo jinên wek te bihêz bin şer dikim."
Di êrîşên hêzên dewletê yên qirkirina nijadî ser navçeya Cizîra Şirnexê 79 rojan berdewam kirî de hêzên dewletê li ber çavê Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ciwan hedef digirtin. Asya got; "Ez dayîkim, zarokên xwe bernadim" û heya dawiyê li ber xwe da. Keça Asya ya ku li gel ciwanan tevlîbêdawiyê bûyî Jiyan Yuksel a ku ji aliyê wê ve weke 'Meleka min' dihat zanîn dayîka xwe vegot. Jiyan da zanîn ku dayika wê ji dayiktiyê zêdetir ji bo wê weke hevalan bû û wiha domand: "Ew hemû tiştên min bû... Ew bav, dayik, hevala minbû. Dema ku li gel dipeyîvîm min hîn baştir xwe danî ziman. Heya 10 saliyê em bi hev re bûn. Paşê ez çum gel mamên xwe. Lê her navberên havînê em li gel hevbûn."
'Ji bo jin bihêz bin...'
Jiyan destnîşan kir ku dayika wê Asya jinek bihêzbû û wiha berdewam kir: "Dayika min jinek bihêzbû. Dixwest ez jî bihêzbim. Ji bo min digot; 'Ez ji bo te şer dikim. Ji bo jinên weke te bihêzbin şer dikim.' Ez pir bi metirsîbûm ku dayika xwe nabînim. Dema di jêrzemînê debû ji bo min soz da ku dê cardin bê. Ez bawerim bedena wê şewitîbû, dibe ku dema dê derketiba lêxistibûn. Lê dibe ku hewilda soza xwe bîne cîh lê nehat. Niha di hindirê min de valehiyek mezin heye û kes nîne cihê wê dagire. Ez êdî dengê wê nabihîsim, ez êdî bêhna wê nagirim. Ez hîna bawernakim dayika min jiyana xwe jidest daye. Bêhna dayika min gelek xweşbû. Bedena wê weke pembûyanbû. Dayika min pir ji ken hezdikir. Di demên herî bihêrs de jî dikeniya. Herî zêde jî dengê kenê wê di guhê min dene. Ji mirovan hezdikir. Herî zêde jî ji ciwanan pir hez dikir."
'Hêz dida zarokên li wê'
Jiyan bilêv kir ku wê meha îlonê 9 rojên qedexeya derketina kolanan li Cizîrê hatî îlankirin de gelek bêriya dayika xwe dikir û wiha dom kir: "Min dizanî dayika min dibin wî agirî dene. Lê di heman demê de min dizanî hêzê dide wan ciwanên li wê, bi vê jî serbilindbûm. Kes nikare cihê dayika min bigire. Carnan jî dibêjim xwezî ez bi dayika xwe re evqas başnebama. Zarokatiya min bi dayika min re li Qilabanê derbasbû. Di her kêliyê de dayika min tê bîra min. Li her devera dinêrim wê dibînim."
'Ezê ticarî te bernedim'
Jiyan dema li gel dayika xwe Asya li Cizîrê digeriyan jî wiha anî ziman: "Gel pir ji wê hezdikir û gelek rêz didan wê. Min hevalên wê naskirin. Berjîn, Mehmet Tunç, Ferîde min ji hemûyan jî pir heskir. Wan soz dan min, ku dê tiştek bi dayika min neyê. Dema ku di jêrzemînê de jî digot ku ez başim. Tenê gotina ezê ticarî te bernedim digot. Dixwest dema tiştek nebaş çêbibe ez bihez bisekinim. Weke min soz dayî dayika xwe ezê bihêz bisekinim. Ezê bibim weledek li gorî wê."
'Çu gel birayê xwe'
Jiyan qala girêdana dayika xwe Asya bi birayê wê Necmettin ê ku di salên 90'an de hatî qetilkirin jî wiha vegot: "Her tim qala xalê min dikir. Dawiyê çu gel xalê min. Çu gel bavê min. Weke ku dê cardin dayika min ji deverekê derkeve û bê."
(zt)