Ciranên Remziye: Remziye gekek ji jiyanê hezdikir

09:14

JINHA

WAN- Remziye Bora ku di 19’ê Nîsanê de li taxa Xaçortê Rêya Armûşê ji aliyê polîsan ve bi giranî hatibû birîndar kirin, piştî têkoşîna jiyanê a 27 rojan jiyana xwe ji dest da. Cîranên Remziye qala jiyan û xeyalên wê kirin.

Di 19'ê Nîsanê de li Taxa Xaçorta Rêya Ermûşa Wanê polîsên tîmên taybet ser mala Remziye Bor de girtin û ew gulebaran kirin. Remziye ya ducanî ku bigiranî birîndarbibû rakirin Nexweşxana Perwerdê û Lêkolînê ya Herêmê. Di 25’ê Nîsanê de bi ameliyetek ya sezaryanê pitika wê hate dinê. Remziye li nexweşxanê 27 rojan ji bo pitika xwe têkoşîna jiyanê da. Remziye ya ku di beşa lezgîn de dihat girtin jiyana xwe jidest da. Cinarên Remziye qala jiyana wê û hêviya pêşerojên wê kirin. Cîranên Remziye diyar kirin ku Remziye ji ber zilma dewletê koçî Wanê kiriye û wiha got, "Remziye ji ber êrîşên dewletê Geverê koçber bû û hat Wanê. Mixabin dewletê li Wanê jî deste xwe li ser Remziyeyê ranekir.”

‘Pêşeroja Remziye yê Neval bû’

Xezal Abî ya ku rojên xweş bi gel Remziye derbas kir wiha qala Remziye kir, “Mîrateya Remziye yê tenê pitika wê Neval ma li ser dinê. Remziye jinek gelek bi qedr bû. Ji bo pitika xwe heya dawiyê jî têkoşîna xwe da. Pêşeroja Remziye yê Neval bû. Remziye ji bo pitika xwe amedekarî dikir. Cilên herî xweşik û dergûşk sitand bû. Hêj pitika wê nehat dinê Remziye bi navê wê bang dikir û bi gel Nevalê qese dikir.”

‘Gelo Neval çawa bê dayik mezin bibe’

Xezalê wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelo Neval çawa bê dayik mezin bibe. Neval behna dayika xwe jî nizane û ew dê bimîne dilê wê de. Meta wê xwedî derdikeve lê kes mîna dayikê nîne. Heskirina dayikê cudaye. Remziye gelek hes jiyanê dikir lê dijmini nehişt bijî."

‘Neval bi dergûşkê de çî tiştî nizane’

Xizma Remziye Şirîn Bor jî keyfxweşi û hêviya Remziye wiha parvekir, “Salek bû me Remziye nasdikir. Jinek cuda bû. Bi gel me her tim keyfxweşbû. Jiyana xwe bi gel me parvedikir." Şirîn diyar kir ku daxwazek Remziye hebû, ew jî li gel hevjîn û zaroka xwe aram bijî û wiha pêde çû, "Niha pitika Remziye di nava dergûşkê de çi tiştî nizane. Niha em tenê dibêjin ku pêşeroja Nevalê baş be lê dê çawa baş be em nizanin.”

‘Niha dê kî bersiv bide Neval ê’

Bejna Bor jî wiha qala Remziye kir, “ Remziye jinek ducanî bû. Hemû kes dizane. Xeyalên Remziye jî mîna hemû dayikan bi gel zarokê xwe bijî. Em nizanin ku em ê niha ji ku pirs bikin. Remziye jinek gelek dilovan bû. Dilê kesê nedihişt. Her roj di got ‘Ez ê kengî pitika xwe hembêz bikim û behna wê bistinim’ mixabin ruyê pitika xwe nidît û jiyana xwe ji dest da. Remziye bê sedem hat qetilkirin. Niha kî dê bersiv bide Nevalê."

(hk-ga/rc)