'Min xwest ez bêjim ku têkoşîna jinê li her derê didome'
09:15
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED- Parêzer Ruşen Seydoglu Ayyildiz bi projeya xwe ya 'Nivîsa hiqûqî ya Femîne' hêjayê xelatê hat dîtin û xelata xwe diyariyê jinên ku hatin qetilkirin û bedena wan hat teşîrkirinê, kir. Ruşenê diyar kir ku têkoşîna jinê bi her alî û li her derê bi awayekî aktîf tê berdewam kirin û min xwest ez vê di alî jinên Kurd de bînim ziman."
Ji aliyê Weqfa Piştgiriya Hiqûqnasên Jin (KAHUDEF) ve kampanyaya projeya 'Di pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de bi bandor û dikare bê kirin de' pêk hat û sê projeyên destpêkê hatin xelatkirin. Xelata sêyemîn dan projeya Tulîn Dag û ekîba wê ya bi navê 'dora mêrane', ya duyem dan projeya 'xalê danîn şîdetê'. Ya yekemîn jî dan projeya RuşenSeydaoglu ya bi navê 'Nivisa hiqûqî ya femînê'. Ruşenê xelata xwe diyariyê jinên li Cizîrê hatin qetilkirin û bedenê wan ji aliyê dewletê ve hatine teşîrkirinê, kir.
'Organîzasyonek biçûk lê girînge'
Ruşenê xelata xwe ji rêveberên weqfê û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu girt û projeya xwe vegot: "Jin bi taybetî aktîvîstên hiqûqnas yên jin li erdnîgariya ku dijîn, li cihên ku dijîn sînor dimînin û tenê dozên qada xwe dişopînin. Di projeyê de jinên hiqûqnas li dijî daraza mêr, teşeyên parastina xwe, daxwaznameyên xwe ava bikin. Hemû dosyayên me şopandine, dîrokên runiştinan wê di hewzekê de bên depokirin. Piştre jî aktîvîstên hiqûqnas yên jin têkildarî têkoşînê de wê daneyên xwe ava bikin, bi vî awayî jî wê navber ji holê rabûna. Jinek hiqûqnas ya li Kurdistanê dijî, wê li ser dozên şîdeta li ser jineke Tirkiyeyê jî serdest be û wê zimanekî hevpar bê ava kirin." Ruşenê diyar kir ku proje hem ji bo rêxistinbûna hiqûqnasên jin û hem jî derxistina hêzekî gelek girînge.
'Ger em fînansmanê bibînin wê derbasî jiyanê be'
Ruşenê destnîşan kir ku di rewşa ku fînansmanê xwe bibînin de wê projeya xwe bikin jiyanê û wiha berdewam kir: "Jinek bi endezyariya Nivîsa projeyê re wê bikaribe bi navendên jinan yên baroyan, komeleyên jinan, navendên jinan, bi aktîvîstên hiqûqnas yên jinan re civînên pêş bikin û piştî ev hewcedarî kom kirin, dikarin veguherin endezyariya nivîsê, piştî vê jî wê bi dîtina fînansmanê berdewam bike. Em hêvîdarin wê bibe."
Ruşê diyar kir ku ew xelata xwe diyariya jinên hatine qetilkirin û bedena wan hatiye teşîrkirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Kurdistanê tiştên tên jiyîn divê bajarê Tirk bên nîşandan. Têkoşîna jinê bi her alî û li her derê aktîf dimeşe. Jinên Kurd jî vê pêvajoyê de mîsyona pêşengiyê girt ser xwe. Ez xelata xwe bi taybet li ser têkoşîna jinên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û bedena wan hat teşîrkirinê digirim. Xelat li dijî vê têkoşînê pir biçûke lê bibîrxistin girînge.
'Jinên pêşeng rêya me ronî kirin'
Rûşenê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta îro bi rêbazên cuda xwestin jinan ji têkoşîna wan bikin. Dema ev kirin jî berê xwe dan bedena jinê. Ji ber tazîbûn û namûsê, dewleta Tirk xwest jinên Kurd ji vê têkoşînê bikişîne. Lê jinên Kurt pirtir têkoşiyan. Li ser bedenên hatin teşîrkirin, têkoşîn mezintir bû. jinên pêşeng rêya me ronî kirin."
(hu)