Gelo polîs li Sûrê xezîne diger in?

09:37

Bêrîtan Canozer/JINHA

AMED - Niştecihên Sûrê piştî daxuyaniya 'operasyon bi dawî bû' ne derketina polîsan heya niha ji Sûrê nirxandin û gotin dewlet li Sûrê pay xezîneyan e. Jina bi navê Raîfe qala gotûbêjê ku polîsan ligel xalê wê kiriye kir û wiha got, "Polîsan xalê min girtin û birin kolana ku lê dikan heyî. Jê pirsa 'xezîne li kure? pirsîne. Xalê min jî diyar kiriye ku hayê wî ji xezîne tuneye. Li ser vê yekê polîsan vê carê gef li xalê min xarin û bi tehdîdan gotin "Cihê xezînê nîşanî me bike."

Li navçeya Sûra Amedê di 2'ê Kanûna 2015'an de 'qedexeyê derketinê' hat îlan kirin. Piştî qedexeya li Sûrê di encamê êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin. Her çiqas di 10'ê Adarê de daxuyaniya ku 'operasyon bidawî bûye' hat dayîn jî, li Sûrê qedexe dewam dike. Li nav Sûrê û dora wê tu pevçûn rû nade, lê polîs her dem nava Sûrê de ne. Hewirdora Sûrê hîna bi barîqatan hatî dorpêç kirin û li serê kolanan perdeyên spî hatine danîn. Têkîldarê ne derketina polîsan ji Sûrê me ji gel pirsî, lê em rastî gelek îddîa û nêrîn hatin. Hin ji wan diyar kirin ku ji bo Sûrê bi gel bidin jibîr kirin wiha dikin, hin jî dibêjin polîs li pey xezîneyên ku berê li Sûrê hatine veşartinin. Raîfe têkîldarê xezînê bûyerek ku di ser serê wêre bihûrî bi mera parvekir.

'Li xezîneyan digerin'

Raîfe wiha dest bi vegotina bûyerê dike, "Polîs hatin û xalê min ji dikanê wî ya Sûrê birin. Ji xalê min pirsîn 'malê te li vire' ew jî bersiva 'erê' daye. Wî birine kolana ku malê wî lê û jêre gotine 'cihê xezîne nîşanî me bike'. Xalê min li wir gotiye hayê wî ji xezînê nîne û xezîne tune ye. Li ser vê yekê polîsan vê carê gef li xalê min xarin û bi tehdîdan gotin "Cihê xezînê nîşanî me bike." Polîsan her der hildiweşînin ji bo dîtina xezînê."

'Em ê tiştek ji bîr nekin bila derên ji kolanên me'

Asiye Yurda jî bertek nîşanî qedexê da û wiha got, "Sûr warê meye. Ez li wir ji dayîkbûm, zewicîm û bûm dayîk. Niha jî em ji mal û taxên xwe tên koçkirin. Her der hilweşandin. Ew dihizirin ku bi dirêjkirina qedexê re wê Sûrê bi me bidin ji bîr kirin. Xwedê zane hûndir de çi dikin. Cihên dîrokî hedef digrin. Em ê vê pêk anînê ji bîr nekin." Asya bilêv kir ku di serî de gel ji malê wan derxistine niha jî bi xirab kirina cihên dîrokî li pey xezîneyê ne û wiha pêde çû, "Her dem gel dibin qurban. Bila êdî ji kolanên me derên. Bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Xezîne ji bo kê digerin, ji bo dewletê ye. Divê êdî polîs leşker çavê xwe vekin."

(rc)