Malbata Sultana ku dawî li jiyana xwe anî, wê dest ji bûyerê bernede
09:42
JINHA
MÊRDÎN – Li Qoserê jina bi navê Sultan Ertaş (36) ji ber şîdet û gefên ji hevjînê xwe didît dawî li jiyana xwe anî. Hevjînê Sultanê, Selahattîn Ertaş hatin biçavkirin, piştre hat berdan. Malbata Sultanê jî daxwaz kir ku bila Selahattîn bê cezakirin û jin êdî nemirin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê li gundê Dîkmenê Sultan Ertaş (36) ji ber şîdet û gefên mirinê yê hevjînê xwe, du hefte berê dermanê genim xwar û dawî li jiyana xwe anî. Malbata Sultanê da zanîn ku Sultanê her tim ji hevjînê xwe şîdet dîtiye û du caran serî li qerekolê daye lê têkildarî hevjînê wê de ti tiştek nehatiye kirin. Malbata Sultanê got ku sedema mirina keça wan Selahattîne û daxwaz kirin ku bê darizandin.
Malbatê got Sultan li dijî şîdet û gefan bê çare maye û dema întîxar kiriye jî ji hevjînê xwe re gotiye ‘saetek min û te maye, piştî saetekê tuyê bibînî’ û li erdê ketiye. Malbatê da zanîn ku wan Sultan winda kir lê bila jinên din nemire.
‘Xwişka min ji ber şîdeta hevjînê xwe întîxar kir’
Xwişka Sultanê, Turkan Memedalîoglu diyar kir ku Sultanê her tim behsa şîdetê dikir û ji aliyê hevjînê xwe her tim şîdet didît. Turkanê got: “Li bedena wê her tim şopa darbeyan hebû. Lê ti carî ji me re tiştên ku dijiya, nedigot. Beriya întîxarê jî xwişka min rastî şîdetê hatibû. Tevî xwişka min li zarokan jî xistiye. Xwişka min jî êdî li dijî vê nekarî berxwe bide. Ji Selahattîn re dibêje, saetek min û ya te maye. Piştre li erdê dikeve. Piştî dikeve dibêje min derman xwariye. Hevjînê wê jî ji her kesî re dibêje derewan dike. Kurê wê xwişka min dibe nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî kes mudaxale nake. Ji ber nasnameya wê tinebû, piştre derman bandora xwe nîşan dide û mîdeya wê diteqîne.”
‘Me xwişka xwe winda kir, em naxwazin zêde jin bimirin’
Turkanê bi lêv kir ku bila Selahattîn bê girtin û wiha berdewam kir: “Dozger piştre hat. Got ev ne mirinek ji rêzê ye, got li bedena wê şopên darbeyan hene, divê wek mirina bi guman otopsî bê kirin. Em li bernde otopsiyê ne. Li bedena xwişka min şopa darbeyan hene, hemû morbû. Doktoran dît. Tenê daxwaza me eve ku hevserê wê bê girtin. Tenê daxwaziya min ev eku bila êdî jin nemirin. Me xwişka xwe winda kir, em qebûl nakin.”
‘Hevjînê wê ji mirina keça min berpirse’
Dyika Celîle Îldenîz jî xwest hevjînê keça wê, Selahattîn bê cezakirin û got: “Sultanê pirsigrêkên xwe bi min re parve nedikir.Selahattîn her tim gef lê dixwar. Hevjînê wê îşkence lê dikir. Gefa ezê ji malbata te her kesî bikujim, li keça min dikir. Wê jî canê xwe girt. Heta ez li jiyanê bim, ji bo ew kes cezayê bigire, çi pêwist be ezê bikim. Ez dixwazim ew jî bê girtin û din ava êş û bêçaretiyê de bimire.”
(hu)