Ji Nisêbînê dengê jinan: Kurd komkujiyan ti car jibîr nakin

10:43

JINHA

MÊRDÎN –Li Nisêbînê berxwedanê 67 roj li pey xwe hişt û tevî hemû êrîşan berdewam dike. Jinên Mêrdînê bertek nîşanê êrîş û komkujiyan dan û diyar kirin ku komkujiya li ser xaka Kurdistanê tê jiyîn wê ji aliyê Kurdan ve neyê jibîrkirin.

Li Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 8’emîn ablukaya bi destê hikûmeta AKP’ê pêk hat, 67 roj li pey xwe hişt. Li aliyekî êrîş berdewam dikin û li aliyê din jî berxwedana YPS û YPS-JIN’ê berdewam dike. Li Nisêbîna ku wek keleha berxwedanê tê binavkirin polîtîkayên komkujiyê didomin û jinên Mêrdînê bertek nîşanê vê dan. Şahîde Abîş ya ji Mêrdînê got wê hesavê vê hilweşîn û polîtîkaya komkujiyê ji kê bipirsin û gotin ew wek jinên Kurd van ji bîr nakin.

‘Gel beyî ku dor bê zarokê wan divê dengê xwe bilind bikin’

Şahîdeyê bi lêv kir ku ew dixwaze Nisêbînvegere rojên xwe yên berê û got ew ji polîtîkaya şer a li Kurdistanê hatiye ferzkirin, bêzar bûne. Şahîdeyê da zanîn ku divê êdî kes nemire û wiha berdewam kir: “Pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, ji bo hemû gelan bû hêvî. Lê AKP’ê mase qulipand. Di şerê tê jiyîn de ti zarokekî AKP’iyan cih negirtiye. Ji ber vê jî gelê me beyî ku dor bê zarokên wan divê dengê xwe bilind bikin. Bila Davutoglu zarokên xwe bişîne Şirnexê, Nisêbîn û Sîlopiyê. Bila bişîne ku dê û bavê kesên li wir dijîn fêm bike.”

‘Bila êdî dayik negirîn’

Nebîhe Erdogan jî destnîşan kir ku ew li dijî rewşa Nisêbînê gelek xemgîne û got gelê Nisêbînê bi zora dewletê malên xwe terk kiriye. Nebîheyê da zanîn ku divê qedexe demildest rabe.
Menîce Bîngol jî got ew naxwaze di vî şerî de êdî kes bimire û got ew dixwaze dîsa aştî bê Nisêbînê û xwîna diherike bê sekinandin. Menîceyê got: “Ji bo gelê Kurd kezeba me dişewite. Bila êdî dayik negirîn. Bila Nisêbînê vegerin warê.”

‘Herî zêde bandorê li ser jinan dike’

Makbule Akyan jî wiha got: “Divê xaka me bi huzur be. Divê dayikên Tirk jî li dijî vî şerî bêdeng nemînin. Şer herî zêde bandorê li ser jinan dike. Şerê tê meşandin li ser jinan tê meşandin. Şer tiştekî bi me nade qezenckirin. Em jin dixwazin ev şer bi dawî be.”

(hu)