'Zordestiya li hember Aramê siyasi ye'

11:27

JINHA

AMED - Ligel ku zordestî li hember Weşanxaneya Aramê zêde dibe, wêjevan, nivîskar û xebatkarên ku tevlî 2. Fuara Pirtûkên Amedê bûne, tundiya dewletê rexne kirin. Midûra Nivîsê Kovara Dîroka Kurdan Aysel Ozalp têkîldarê êrîşan got, "Pirtûkên ku berî 4-5 salan me çap dikir, niha ji ber zordestiya dewletê em nikarin. Mînak pirtûka Sara, berî vê bi çend salan heye, lê niha zordestiyek giran tê kirin. Em dikarin bêjin ku pêvajoyên siyasî weşanê jî bi taybet bandor dike."

Li hember Weşanxaneya Aramê zordestiya dewletê zêde dibin. Di fuara pirtûkan de piştî Wanê li Amedê jî pêk hat. Li 2. Fuara Pirtûkan a Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 17’ê gulanê de li Qada Jiyanê ya Hevpar a Sumer Parkê hat lidarxistin û dê heta 22’yê gulanê bidome, duh polîsan bi ser standa Weşanxaneya Aramê de girtin û di serdegirtinê de dest danîn ser afîşên Sakîne Cansiz a ku li Parîsê ji aliyê tîman ve hatibû qetilkirin û Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz û li gel vê destdanînê edîtora Aramê Emîne Ozkeskîn jî hatibû binçav kirin û di saetên êvarê de serbest hat berdan. Xebatkarên weşanê û nivîskarên ku tevlî fuharê bûne têkîldarê serdegirtin û zordestiya dewletê bertekên xwe anîn ziman.

'Pêvajoyên siyasî bandor li weşanê dike'

Midûra Nivîsê Kovara Dîroka Kurdan Aysel Ozalp diyar kir pêvajoyên siyasî bandor li weşanê jî dike û wiha got, "Pirtûkên ku berî 4-5 salan me çap dikir, niha ji ber zordestiya dewletê em nikarin. Mînak pirtûka Sara, berî vê bi çend salan heye, lê niha zordestiyek giran tê kirin. Em dikarin bêjin ku pêvajoyên siyasî weşanê jî bi taybet bandor dike. Em dikarin bêjin pêvajoyên siyasî her qadê jiyanê bandor dike. Di dîroka cîhanê de em binêrin ewqas li ser weşanê tundî an jî zordestî pêk ne hatî. Parvekirina ramanê pêdiviyek yê jiyanek moderme."

'Îxtîdar ji pirtûkan ditirse'

Revîn Tûrkmena ku di standa Weşana Dîpnotê de erk digre, da zanîn ku îxtîdar ji mirovên ku pirtûkan dixwînin ditirse û wiha got, "Xwendin an jî nivîs, ne sûce. Ji zordestî û girtina Can Dûndar û Erdem Gûl tê famkirin ku îxtîdar ji mirovên dinivîsin û dixwînin ditirse. Pirtûk bi hincetên biçûk tên berhev kirin. Pirtûkê Hîtler 'Şerê min' jî niha li tevahî fuarê cih digre, lê pirtûka jinek gerîla ku ramanê xwe yê azadî parvedike wek sûc tê hesibandin û berhevkirin. Ev yek pirsnîşan di serê me de avadike."

'Êrîş li hember fîlozofan pêk hatî bû'

Xebatkara NÇM JIN Mizgîn Polant jî dest nîşan kir ku bi salane li hember gelê Kurd êrîş pêk tên û wiha got, "Tirsa wan lêkolînkirin û nivîskariye. Li hember fuara Wanê êrîş ser pirtûkên Aramê pêk hat. Di dîrokê de jî mirov dibîne ku pirtûkên fîlozofan hatine şewitandin. Niha jî hember Aramê ev yek tên meşandin. Heya ku zordestî zêdebe, dê lêgerîna mirovan yê nivîs û lêkolînê zêdetir bibe."

'Wêjeyê Kurdî de pêşketinek mezin heye'

Nivîskar Yasemîn Bûlbûl jî wiha got, "Dirûşmeya fuara Wanê aştî bû, em çûn lê em rastî polîsên biçek hatin. Li wir çalakiyek çandî dihat kirin. Ez Kurdî nizanim, lê wêjeyê Kurdî ji nêzve dişopînim. Di pêvajoyên dawî de wêjeyê Kurdî de pêşketinên mezin hat. Ji xwe xwedî wêjeyek bi hêze, nivîsa wê jî pêş dikeve. Divê em xwedî lê derên û piştgirî bidin."

(rc)