Jinên Şirnexê li dora berxwedanê jiyanê dihûnin
11:34
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê bexwedana rêveberiya xweser didome û her çiqas gel bi zorê hatibin koçberkirin jî jinan di stargehên ku avakirine de polîtîkaya koçberkirinê vala derdixin. Jinên Şirnexê ku qadên wan yên jiyanê hatin bombebarankirin, xaka xwe terk nakin. Jin diyar dikin ku wê bombebaranê nekaribin me biqedînin.
Ev 66 rojin li Şirnexê berxwedan didome. Polîtîkaya dewletê ya koçberkirinê bi pêşengiya jinê vala tê derxistin. Navenda Şirnexê hema hema hemû bi zorê hat valakirin û gel li dijî polîtîkaya koçberkirinê li gund û bajarokên nêzî bajar dijîn.
Bi pêşengiya jinê jiyana nû
Şirnexiyan bi derfetên xwe li cihên bilind bi naylonan stargeh çêkirin. Di du mehên dawî de 3 caran koçber bûn. Di her sêyan de jî stargehên wan hatin bombebarankirin. Lê gel bi israrek ku xaka xwe terk neke. Gel li dijî dewletê li her derê jiyana nû înşa dike.
Li dijî zilmê jiyanê nûve ava dikin
Jinên Şirnexê ku ji gel re pêşengiyê dikin, êşa zarokên xwe yên winda kirine li aliyekî dihêlin û jiyana nû ava dikin. Tevî êrîşê dewletê, şerê qirêj yê dewletê, her tim aştiyê tînin ziman.
Jinên Şirnexê ku sê caran hatin koçberkirin, vê carê li ereziya Konutên Maden Afetê konê xwe yên naylon vedan. Tenê daxwaziyek jinan heye, ev şer raweste û vegerin malên xwe.
Em girêdayê xaka xwe ne
Jinên Şirnexê diyar kirin ku ew girêdayê xaka xwe ne û ji bo vê keç û kurê me canê xwe dane. Her wiha gotin wê xaka xwe terk nekin û neçin bajarên Tirk. Têkoşîna bi hev re. Jinên li konên naylon bi cih bûne, di saetên zû yên sibehê de radibin. Bi hev re diçin çiyê û êzingan berhev dikin. Her wiha gihayên bi şifa û pelên sarmeyan kom dikin. Xaniyên tên bombebarankirin ji dûrve temaşe dikin. Jin nanê xwe bi hev re çêdikin, bi hev re dixwin. Şirnex 10 km re ji wan dure. Bombebarankirinê bi fikarek mezin temaşe dikin.
Li dijî zilmê nobet girt
Fatma Çadir ya 47 salî diyar kir ku ji qedexeyê û vir de di konan de dijîn û beyî cil û berg ji hundir derketine. Fatmayê got dewletê Şirnex hilweşand û şewitand û anî ziman ku tevî vê hilweşînê wê jin dîsa Şirnexê ava bikin. Fatmayê wiha got: “Zilma dewletê her tim jinan hedef digire. Ji qadê prastina xweser re jin pêşengiyê dikin, jinan li dijî zilmê nobet girt.”
‘Dewletê li dijî gel şer da destpêkirin’
Fatmayê wiha berdewam kir: “Ez naxwazim ciwan bimirin. Bila şer bi dawî be. Delwetê li dijî gel şer daye destpêkirin.”
‘Em di bin bombebaranê de dijîn’
Fatma Îstek ya 40 salî jî diyar kir ku konekî ku têde bistirin jî tineye û tevî vê jiyanê didomînin. Fatmayê got ji ber êrîşê ti tişt negirtine cem xwe û cilên wan tine ku lixwe bikin. Fatmayê got dengê top û çekan qet nasekine û di bin bombebaranê de dijîn.”
‘Jin bûn sîmgeya berxwedanê’
Dayika 4 zarokan Sînem Sîpkî (38) got: “Bajarê me hilweşandin û xwestin em koçber bibin. Lê negihîstin armanca xwe. Me li nêzî bajar ji xwe re stargehek çêkir. Heta dilopek xwîna me jî hebe em xaka xwe terk nakin.Pêşengiya berxwedana rêveberiya xwesr jin dikin. Jin li qadên rêveberiya xwesr bûne sîmge. Ji ber vê jî dewlet herî zêde jinan hedef digire. Ez bang li malbatên koçî bajarê tirk kirine dikim. Vegerin ser xaka xwe. Ji ber hun çun bajarê we bombebaran dikin.”
(hu)