Ji bo navçeyên ku hatin xerakirin piştgirî berdewam dike
12:02
JINHA
DÎLOK - Kampanya ku KJA'yê bi dirûşma ji bo navçe û bajarê ku ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin 'Bedengî hevkariya sûce, piştgirî nede xerakirinê, bibe piştgirî' berdewam dike.
Kampanya ku KJA'yê bi dirûşmeya ji bo navçe û bajarê ku ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin 'Bedengî hevkariya sûce, piştgirî nede xerakirinê, bibe piştgirî' berdewam dike. Esnafan ji bo welatiyê ku li Cizîr, Sur, Silopî, Gever, Hezex, Nisêbîn û Şirnex li ser navê 'qedexe ya derketina kolanan' ku malê wan hatine xerakirin di çerçoveya piştgiriyê de gelek zexîreyên xwarinê û amûrên spî berhev kirin. Amûrên ku li navendên HDP û DBP'ê hatin komkirin radestî Komelêya Piştevaniyê Rojava kirin.
Ji jinên ku amûrê alîkarî bardikin komyona Hebat Gengeç diyar kir ku bi piştevaniyê birîna gel tê pêçan û wiha got, "Em wek jinên KJA'yê ji gelê xwe kampanya pişgiriyê daye dest pêkirin. Kampanya ku me daye dest pê kirin ne alîkariye, piştgiriye. Divê em birînê gelê xwe bipêçin. Ji xwe Komeleya Piştevaniya Rojava kampanya piştgiriyê daye dest pê kirin. Wek jin me agahî da ku li kur malbat hene û gel jî piştgirî dan."
(dt/rc)