20 şervanên YPJ perwerdeyê xwe bi dawî kirin

12:48

JINHA

QAMIŞLO – Dewreya perwedeyê ku bi beşdarbûna 20 şervanên YPJ’ê hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Her wiha dewreyeke nû bi beşdarbûna 84 şervanên nû hat destpêkirin.

Akademiya Şehîd Nejbîr a Til Berek dewreya peredeyê ku 20 şervanên ereb û kurd ên YPJ’ê beşdar bûn û 2 mehan dom kir, bi merasîmekê bi dawî kir. Di dewreya perwedeyê de dersên li ser çand û exlaq, dîroka Kurdistanê, şerê taybet, parastina rewa, dîroka jinan û perwedeya leşkerî hate dayîn.

Merasîm bi beşdarbûna malbatên têkoşeran ên ji Qamişlo û fermandarên YPG/YPJ’ê bi rêzgiritina leşkerî destpê kir. Piştî axaftinên fermandarên YPJ/YPG'ê şervanên YPJ'ê sûd xwarin. Dûvre merasîm bi gerandina govendê û gotina sitranên kurdî, erebî bi dawî bû.

Merasim bi gerandina govendê bidawî bû.

Li aliyê din jî 84 ciwanên din li Akademiya Şehîd Xebat a li bajaroka TIl Berek tevlî perwerdeyeke nû bûn. Ciwan perwerdeya fikrî û leşkerî dibînin.

(ja/hs/rc)