Li Şirnexê sûcên şer yên belgekirî

12:53

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê ku ev 66 rojin li Şirnexê li dijî berxwedana endamên YPS-YPS-JIN’ê nekarin pêş de biçin, bi talîmata serokkomar Tayyîp Erdogan bajar pêngav bi pêngav hildiweşînin. Hêzên dewletê her cureyê çekan bikartînin û dîmen û wêneyên texrîbata bajar, nîşan dide ku sûsê şer dikin.

Li dijî daxwaza rêveberiya xweser a gel dewletê di 14’ê Adarê de êrîşên qirkirinê da destpêkiri nû ji wê demê heta niha Şirnex di bin êrîşên herî giran de ye. Hêzên dewletê ku berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN’ê nekarî bişikîne, bi çek û teqemeniyên giran bajar wêran dikin. Hêzên dewletê cih û warên dîrokî yên bajar jî hedef digirin û bajar bi awayekî sîstematîk serobino dikin.

Piştî talîmata Erdogan hilweşandin zêde kirin

Di rojên ku êrîşan destpê kir de hêzên dewletê taktîka ‘Piştî ku her malek herî kêm guleyek topan lê ket şûnde wê pêşketin bibe’ şopandin û di rojên dawî de hilweşandin kirin polîtîka. Serokkomar Tayyîp Erdogan di 6’ê Nîsanê de li Qesrê di 23’emîn civîna muxtaran de got: ‘Ger hewcebe wê ji durve avahî bên hilewşandin’ û piştî van gotinan hêzên dewletê bê navber xanî û kargehan hildiweşînin.

Bi dor hildiweşînin

12 taxên Şirnexê hene. Bi tank û topan dora bajar hatiye girtin. Li taxên berxwedana rêveberiya xweser tê dayîn bê navber bombebaran tê kirin. Li taxên din jî bi gulebarankirin û bombeavêjan bi sedan xanî û kargerî hatine texrîbkirin. Li taxên Dîcle, Cumhuriye, Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Yeşîlyurt, Yenî û Bahçelîevlerê ku berxwedan lê heye hatiye wêran kirin.

Welatî bi zor ji bajar tên derxistin

L itaxên wekê Aydinlikevler, Tekser, Vakifkent, Gundogdu û Şehr-î Nuh bi sedan xanî di encama bombebaranê de wêran bûne. Xaniyên din jî xesarên mezin dîtine. Li van taxan li avahiyên bilind biryargeh hatine avakirin. Her wiha welatiyên li taxan mane jî bi zorê ji bajar tên derxistin.

Bi hilweşandinê hewl didin pêşde biçin

Hêzên dewletê ku li dijî berxwdanaYPS/YPS-JIN nekare pêşde biçe, bi obus û tanqên li dora taxan bi cih kirine, xaniyan bombebaran dikin. Xanî piştre bi kepçeyên zirxî tên hilweşandin. Dewlet hewl dide bi hilweşandinê pêşde biçe.

Li aliyê din balkêşe ku çapemeniya hewzê propandaya ku YPS’î bajar hildiweşînin dike. Tê îdia kirin ku heta niha 30 ton teqemenî li bajar hatiye îmhakirin û berpsiryariya vê jî didin ser milê YPS’ê.

Belgeyên sûcên şer

Lê wêne û dîmenên ji derên cuda yên bajar hatine kişandin, hilweşandina ku hêzên dewletê kiriye, derdixe pêş. Ev dîmen û wêne nîşan dide ku ev dikeve çarçoveya sûcên şer.

(hu)