Dayikên Aştî: Dest nedin vîna me
12:56
JINHA
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, li dijî rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê daxuyanî dan û bi gotina "Dest nedin vîna me" êrîşên li hemberî wekîlên HDP'ê şermezar kirin.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê, têkildarî rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê li ber avahiya xwe daxuyanî dan çapameniyê. Dayikan di daxuyaniyê de pankarta "Dest Nedin Vîna Me!" hilgirtin û bertekên xwe yên li hemberî êrîşên li ser wekilên HDP'ê anîn ziman. Li ser navê dayikan Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hanîfe Akpolat daxuyanî xwend û diyar kir ku Hikûmeta AKP ji bo atmosferê siyasî xirab bike di serî de li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda girankirî zêde kiriye û wiha got: "Hikûmete AKP'ê ji ber serkeftina HDP'ê tehamul nekir tecrîd da destpêkirin. Piştî serkeftina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê şerek dijwar da destpêkirin. Gelekî rojnamejer, akademîsyen hat binçavkirin û girtin. Ev hemû giredayî hamleya şer a îxtîdarê ye. Ji ber ku Erdogan dixwaze bibe Serok Dewlet vî şerê qirêj dimeşîne. Ji ber vê yekê welatiyan qetil dikin."
'Destûr nedin ku wekîlan ji meclîsê bavêjin'
Hanîfe, bal kişand ser êrîşên li ser wekîlên HDP'ê jî û wiha berdewam kir: "Îro hewldana rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê jî plan û feraseta heman polîtîkayê ye. Dixwazin wekî salên 1994 an wekîlan ji meclîsê bavêjin. Bila hikûmet û dewlet baş zanibe ku em destûr nadin Serok Dewletiyê û mirovê dîktator. Em bang li hemû hilbijêrên HDP'ê jî dikin ku wekî kesên aştîxwaz û demokrat destûr nedin vîna wan ji meclîsê bê avêtin û li vîna xwe xwedî derkevin."
(dt/rc)