'Bila NY bê cilên keça min bibîne'
13:04
JINHA
ŞIRNEX - Dayika jina ciwan Yasemîn Çikmaz a 16 salî ya di êrîşên dewleta dagirker a tirk de li Cizîrê hat şewitandin, Esmer Çikmaz bal kişand ser daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya der barê hovîtiya Cizîrê de û aşkera kir ku NY hêj dereng maye û got, "her roja ku diçe şopên hovîtiyê ji holê tên rakirin." Esmer cilên keça xwe ya di jêrzemînê de hat kuştin jî nişan da û got, "Bila NY bê cilên keça min bibîne."
Piştî Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, bi daxuyaniyekî aşkera kir ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê di êrîşên qirkirinê yên 79 rojan de hemû binpêkirinên mafan pêk anîne û xwestibû di vê der barê de heyetekî bişîne herêmê, welatiyan bang li NY'yê kir ku destê xwe zû bigire. Dayika jina ciwan Yasemîn Çikmaz a 16 salî ya di êrîşên dewleta dagirker a tirk de li Cizîrê hat şewitandin, Esmer Çikmaz bal kişand ser daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya der barê hovîtiya Cizîrê de û aşkera kir ku NY hêj dereng maye û got "Her roja ku diçe şopên hovîtiyê ji holê tên rakirin. Divê demek ji ya din zûtir li herêmê lêkolînê bide destpêkirin."
'Keça min careke din venegeriya'
Esmer da zanîn ku bi êrîşên qirkirinê re neçar mane ji mala xwe derkevin, lê Cizîr neterikandine û li hemberî êrîşan li ber xwe dane. Esmer got ku keça wê ji bo cilên xwe bigire çûye mal, careke din venegeriya ye û wiha pêde çû: "Keça min nema êdî vegeriya, kuçeya ku keça min ketê bi topan hat bombekirin. Ez jî neçar man vegerim. Piştî rojan min bihîst ku keça min birîndar bûye."
'Destpêkê birîndar bû hat înfazkirin'
Esmer bi lêv kir ku keça wê û gelek birîndarên din li taxa Cûdî di jêrzemînekî de bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ji bo keça xwe rizgar bikim min li hejmara 155'an geriya. Min got keça min 16 salî ye û tenê ji bo çilên xwe bigire çûye wir. Gotin em dê anons bikin. Lê piştre gotin 'me anons kiriye derneketine derve.' Min gelek caran xwest ez biçim li wir bigirim nehiştin. 3 rojan birîndar ma, piştre hatin înfazkirin."
Wijdana mirovahiyê xilas bû?
Esmer aşkere kir ku ew piştî dorpêç û qedexeyê çûne jêrzemînên wehşetê, hêj bêhna madeyên kîmyawî ji cilên wan dihat. Esmer got ku wa cenazeyê keça xwe bi mînakên DNA'yê teşhîs kiriye û ev tişt anî ziman: "Çavên keça min hatibûn derxistin. Wekî naylonê ew helandibûn. Min rûyê bedewa xwe nas nekir. Wijdana mirovhiyê xilas bûbû." Çikmaz cilên keça xwe dan nîşan û got, "Bila NY bê li çilên keça min mêze ke."
(dt/rc)