Ji bo Remziye Bor sersaxî

13:30

JINHA

WAN- Remziye Bor a ku di 19'ê Nîsanê de li taxa Xaçortê Rêya Armûşê ji aliyê polîsan ve bi giranî hatibû birîndar kirin piştî 27 rojan yê têkoşînê jiyana xwe ji dest da. HDP, DBP, MEYA-DER, KJA û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo sersaxî yê serlêdan malbatê kir.

Di 19'ê Nîsanê de li Taxa Xaçorta Rêya Ermûşa Wanê polîsên tîmên taybet ser mala Remziye Bor de girtin û ew gulebaran kirin. Remziye ya ducanî ku bigiranî birîndarbibû rakirin Nexweşxana Perwerdê û Lêkolînê ya Herêmê. Di 25'ê Nîsanê de bi ameliyetek ya sezaryanê pitika wê hate dinê. Remziye li nexweşxanê 27 rojan ji bo pitika xwe têkoşîna jiyanê da. Remziye ya ku di beşa lezgîn de dihat girtin jiyana xwe jidest da. Bi tevlîbûna Hevseroka Ebax ê Suna Atabay, Hevseroka Şaredariya rêya Armûşê Nurhayat Çelîk,DBP, MEYA-DER, KJA û Endama Meclîsa Dayikên Aştîyê di gel avahiya DBP a Wanê rê ketin û ji bo serlêdanê çûn li taxa Sehît Fehîm ê. Sersaxî li mizgefta Hecî Naîf pêk hat. Pêşiyê rêzgirtin pêk anîn û piştra jî Hevseroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Urar dest bi axaftina xwe kir.

Nerîman pêşiyê got serê malbatê saxbe û piştra ani ziman ku: " Remziye şehîda gel ê kurde. Em hemû jin dê şopdarê doza Remziye yê bin. Şehîd namirin." Piştî Nerîmanê , Hevseroka DBP'ê Nazmîye Acar jî axivî û got: " Remziye Şehîda meha Gulanê ye. Serê malbatê saxbe. Di dawiyê de jî bûrayê Remziye yê Sefer Bor jî axivî û got: " Kes wî qebûl nake Remziye berxwedane. Remziye ne tenê şehîda me ye ya gel ê kurde."

(hk/rc)