Akademiya Mezopotamiya belgeyên 48 xwendekarî danê
15:28
JINHA
QAMIŞLO- Xwendekarên di Akademiya Mezopotamiya ku du dewreyên perwerdeya beşa dîrok û sosyolojî dîtin bi şahiyekî belgeyên xwe yên serkeftinê girtin.
Akademiya Mezopotamiya ya li bajarê Qamişlo bi wesîleya bidawîkirina du dewreyên perwerdê ku her yek ji wan salekê berdewam kir, şahiyek lidarxist. Di encama herdû perwerdeyan de 48 xwendekarî belgeyên xwe girtin.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê rêveberiya Akademiya Mezopotamiya xwendekarê akademiyê, Sîpan Îsmaîl axaftinek kir û di axaftina xwe de xwe de li ser giringiya perwerdê sekinî û da zanîn ku di Akademiya Mezopotamiya de hemû rastiyên ku di xwendina rêjîma Bees û hemû rêjîman de tên veşartin tê xuyakirin. Piştre jî li ser navê Wezareta Perwerdê mamoste Mihemed Salih Ebdo axivî û hemû xwendekar bi boneya bidawîbûna perwerdeya wan pîroz kir. Belgeyên xwendekaran ji aliyê rêveberiya akademiyê û hin rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ve hatin dayîn. 48 xwendekarî belgeyên xwe girtin.
Piştî dayîna belgeyan TEV-Dem'ê Aldar Xelîl axivî. Aldar Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ser qezencên şoreşa Rojava û çawa serkeftinên mezin bidest dixe. Her wiha Aldar Xelîl got ku; “Bidawîbûna vê perwerdeyê yek ji serkeftinên ku gelê me bi ked û têkoşîna xwe bidestxistiye ye.”
Xwendekara Akademiyê ya dewreya yekem, Sorgul Ebd El-Selam giringiya perwedê nirxand û wiha got: "Perwerde bingeha avakirina civakê ye, mirovek ne perewrdekirî be nikare civakê baş ava bike. Em jî ji bo vê armancê tevlî perwerdeyê bûne. Jixwe tevlîbûna jinan ji ya xortan zêdetir bû. Em îro encamên keda xwe dibînin, ev bi vê yekê gelekî kêfxweşin, beşê ku herî zêde giring dihate dayîn beşê sosyolojîk û dîrok bûn. Herî zêde jinan cihê xwe di nava perwerdeyan de digirt, ji ber ku bi jinê jiyan û civak ava dibe, em jî li ser vî bingehî tevgera xwe didin çêkirin û kar û xebatê didin meşandin."
Xwendekara Akademiyê ya dewreya duyem, Newroz Erebo ku di beşê dîrok de xwend wiha got: "Perwerdeya me ji 30 xwendekaran pêk dihat, perwerdeya me salekê berdewam kir. Bi vê perwerdeyê me civaka xwe û hem wekî jin xwe nas kir, rastiya ku em bi hezarê salan jê hatibûn dûrxistin careke din em lê zîvirîn û bi dîtina perwerdeyan me dikarîbû di nava xwe de zindî bikin. Wê armanca me jî ew e ku em bi vî ruhî di nava civakê de tevbigerin û vê rastiya ku hatiye windakirin ji civakê re eşkere bikin."
Şahî bi stranên koma navenda Mihemed şêxo, şano û gerandina govendê bi dawî bû.
(ja/hs/hu)