HDP Colemêrgê bi daxuyaniyek destnedayîna parlementeran şermezar kir

16:30

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê HDP'ê der barê destnedayîna parlementerên HDP'ê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li Colemêrgê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê di der barê destnedayîna Parlementerên HDP'ê li ber avahiya Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyanîyê de Hevserokên HDP'ê Evîn konur Metîn Besî û Rexistinên HDP û DBP'ê jî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de panqarta "Ji derbeya qesrê re na" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya navçê Asîm Ozcan ve hat xwendin. Asîm diyar kir ku qesrê li hember siyaseta demokratîk darbe xistiye dewrê û wiha got, "Li Tirkiyê hêviya li hemberî aşitiyê her ku roj diçe kêm dibe. Hikûmet dixwaze ku bi destnedayîna Parlementerên HDP'ê pêvajoyek tarî ava bike. HDP'ê ji ber ku siyasetek demokratîk rêve dibe ji aliyê hikumetê ve tê ceza kirin. Em ê destûr nedin darbê û tevî gelê xwe siyasesta demokratîk biparêzin û esas bigrin."

Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

(zyd/rc)