Dûyê zer piştî bombardomana Nisêbînê bilind dibe

17:56

JINHA

QAMIŞLO – Êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser navçeya Nisêbînê ya Bakûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di topbarana îro de, dumana bi rengê zer li ser asîmanên navçeyê bilind bû. Vê jî gumana bikaranîna çekên qedexekirî zêde kir.

Di çarçoveya hemleya “Na ji bêdengiyê re” de rojnamevanan îro jî êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser Nisêbînê şopandin. Komên girêdayî AKP’ê îro jî bi tang û topan taxa Firatê hedef girtin. Di topbaranê de duyek bi rengê zer li ser taxê bilind bû. Vê jî gumana ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn zêdetir kir.

Beriya niha jî li navçeyê dîmenên bi heman rengî hatibûn qeyd kirin û bikaranîna çekên kîmyewî hatibû rojevê. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku çekên qedexekirî hatine bikaranîn. Hate zanîn ku leşkerên Tirk ji serê sibehê ve û heya niha bi çekên giran êrîşî taxên Nisêbînê dikin, di saetekê de 27 bombeyên fisforî li taxên Nisêbînê ketin û heya vê kêliyê jî du ji ser malan bilind dibe. Her wiha leşkerên Tirk 20 metre jî derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bûn.

(hs/rc)