Mala Jinê di heyvek de 22 pirsgirêk çareser kir

09:08

Jînda Azad/ JINHA

QAMIŞLO- Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Qamişlo Îlham Omer têkîldarê xebatên xwe yê mehekê de nirxandin kir û got, "Me ji roja dest pê kê heya niha hejmarek pir mezin pirsgirêkên jinan çareser kiriye, di vê mehê de jî ji 22 pirsgirêkan re çareserî hate dîtin."

Xebatên înşakirina civakê ku bi pêşengiya jinan li Rojavayê Kurdistanê tê rêveberin, saziyên jinan rastî eleqeyek mezin ji aliyê civakê ve tê. Yek ji navendên çareseriya pirsgirêkên jinan Mala Jinê ku li tevahî bajarên Rojava xwe bi rêxistin kiriye. Rêvebera Mala jinê ya bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê Îlham Omer têkîldarê xebatê xwe yê mehekê ji ajansa me ra nirxandin kir. Îlhem diyar kir ku civak navend û saziya jinan li Rojava wek navendê çareseriyê dibîne û wiha got, "5 Hezar sal mafê jinan yê jiyanê hatî binpêkirin. Ji ber jin weke meta ango kole hatî dîtin. Lê li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşê re em dixwazin vê pergala serdest a ku jinê tune dibîne biguherînin.

'Li Kantona Cizîrê 14'e Navenda Mala Jinê hatî rêxistin kirin'

Îlhamê destnîşan kir ku civak dest pê kê li hember Mala Jinê eleqe nîşan nedida û wiha got, "Piştî ku Mala Jinê li her bajarî xwe bi rêxistin kir û ji pêdiviyên civakê re bû bersiv, tevahî kesimên civakê bawerî da û berê xwe da Mala Jinê ji bo çareseriyê. Niha li bajarên Kantona Cizîr, Efrîn û Kobanê Mala Jinê hatine rêxistin kirin. Tenê li Kantona Cizîrê 14'e Navenda Mala Jinê xwe bi rêxistin kiriye û xebatên aktîv pêk tînin.

'Bi têkoşînê me nêrînê civakê guhert'

Îlhamê anî ziman ku di serî de nêrînek neyînî hember Mala Jin pêşketibû ew bi xebatên xwe têkoşîn kirine û wiha pêde çû, "Pir kesan digotin Mala Jinê tenê ji bo berdana jinan e. Ango jin tenê ji bo berdanê serlêdan dikin. Lê belê me nîşan da ku ne wisa ye. Em di encam de saziyeke civakî ne. Lewma bi pirsgirêkên civakî yên jinan re mijûl dibin. Di esas de hewl tê dayîn ji bo pirsgirêk çareser bibe em her du aliyan, ango hem jinê, hem jî yên hatine gilîkirine, gudar bikin. Paşê em biryarê didin. Di hin xalan de jî em dozên ku çareser nebin dişînin ber destê dadgeha gel."

'Dê Mala Jinê heya dawiyê mafên jinê xwedî derkeve'

Îlhamê bilêvkir ku her roj serlêdana ji bo Mala Jinê bêtir dibe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Piranî jinên ku di temenê piçûk de bi zorê hatine zewicandin doza xwe tînin ba me û dixwazin werin berdan. Her wiha dozên wek dayîkên temen mezin ku ji hêla zarokên xwe ve nayêne xwedîkirin, malbatên ku nahêlin keçên wan bixwînin û dozên mîrasê jî tên ber destên me. Me di vê mehê de 22 dozên bi vî awayî çareser kirin." Îlhamê di dawiya gotina xwe de bang li jinên Ereb, Sûryan û Kurdan kir û got, "Ger rastê zordestî û mafxwariyê tên bila serlêdana Mala Jinê bikin. Dê Mala Jinê heya dawiyê li mafên wan xwedî derkeve."

(lç/rc)