'Ne kek em taxa xwe dixwazin'
09:09
JINHA
AMED - Li taxa Alipaşa ya Surê çêkirina qereqolan berdewan dike. Di nava taxê de polîs bi kekan wan bixapînin. Ev nêzîkatiyên polîsan ên li gel zarokan welatiyên taxê aciz dikin. Zaroka bi navê A. (11) got: "Em ne kekên polîsan taxa xwe dixwazin."
Li Sura Amedê ji 2'ê kanuna 2015'an heya niha qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Roja 10'ê adarê daxwiyaniya 'operasyon qediya ye' hat kirin, lê hîn jî qedexe berdewam dike. Fikarên weke polîs li taxên qedexe evqas dem çidikin. Dewletê bi lez li gelek tax û navçeyan biryara 'îstîmlaq kirinê' da û li hemu taxan dest bi çêkirina qereqola kir. Li taxa Alipaşa jî nêzî 15-20 metran dest bi çêkirina qereqola kirin e.
Welatiyên ku ji çêkirina qereqolan aciz bûne bertek nişandan û gotin: "Polîs li mirovên ku çente bi wan re hene digerin. Ji tirsa polîsan zarokên me rehet nikarin herin dibistanê. Zarokên me bi mihane dibin dengê bomban de jiyan dikin. Hêzên dewletê bûn sebaba ku bi hezaran zarok xizmên xwe winda bikin û ji taxa xwe surgun bibin. Polîs li zarokan kekan belav dikin û 'sohbet' dikin."
Jinan diyar kir ku polîs dibin navê 'sohbetê' de zarokan teşviki sîxuriyê dikin. Zaroka bi navê A. (11) got ku tiştên jiyan kirin jibîrnake û ji yê ku taxa wan dagirkirine bertekdare û wiha domand: "Bila polîs ne kekan taxên me bibin. Bi kirinên xwe dixwazin hertiştî bi me bidin jibîrkirin û xwe bê suc bidin nîşandan. Em ne kek dixwazin em taxa xwe dixwazin. Tenê li van qereqolan polîs xwe baş nîşan didin. Zarokek tenê carek here fêrdibe êdî hertim diçe. Zarok heya êvarî li gel polîsan di mînin. Gava zarok fêrdibin ji berxwe diçe ji polîsan kek dixwazin. Madem polîs başin û ji me hez dikin bila qereqola çênekin, bila taxên me bibin me. Bila polîs bê wesayîtên zirxî werin wê demê em ê zirekbûna wan bibîn in."
(dt/zt)