Li hember ambargoyê jinên Mabeta çandiniyê dikin
09:10
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Li hember ambargoya ser herêma Efrînê jinên ku ji Taxa Şêx Meqsûd derbasî navçeya Mabeta bûne dest bi çandiniyê kirin û diyar kirin ku ew ê bi çandina sebzeyan wê pêdiviyên xwe ya jiyanê pêşwazî bikin.
Jina ku bi ax û xwezayê re dibe yek her kêlî bi hilberînê re mijûl dibe û jiyanê li dûra xwe diafrîne. Jinên ku ji ber êrîşê çeteyan ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê derbasî navçeyê Mateba ya Kantona Efrînê bûne li hember ambargoya ser herêmê dest bi çandiniyê kirine. Jinên ku di nav her şert û mercên zehmet de jiyanê ji nûde diafirînin û hilberînê dikin, diyar dikin ku ew ê ambargoya dewleta Tirkiyê û çeteyan wan bêzar neke. Esmet Seîd (50) ya ku derbasî gundê Kokana navçeya Mabeta bûye diyar kir ku ew xwe li hember ambargo û binpêkirina mafê mirovan, jiyanê ji nûde avadikin û wiha got, "Em her kes bi qasî derfetê xwe, çandiniyê dikin. Tu hêz ew ê nekaribin me bê zar bikin."
'Çanda xwedîkirina sewalan û çandiniyê li pêşe'
Esmet anî ziman ku ew di hewşa mala xwe de her cure sebze çandiye û wiha pêdiviyê xwe pêşwazî dike û got, "Jin hemû rengên sebzeyan li mala xwe diçînin û aboriya ekolojîk pêktîne. Em şînahiyên wekî (tivir, reşad, beqdûnis û hwd cureyên sebzeyan diçînin. Jin ji bo çêkirina xwarinê van sebzeyan bi kar tîne. Em bi qasî pêdiviyên xwe hilberînê dikin. Çanda xwedîkirina sewalan û çandina sebzeyan li Kantona Efrînê li pêş e û ji bo xizmeta civakê cihekî giring digire."
'Ez pir ji xwezayê hezdikim'
Esmet bilêvkir ku ji ber ew bi xwezayê re mijûl dibe gelek kêfxweş dibe û wiha pêde çû, "Tevî karê malê û nepeydabûna demê dîsa jî ez her roj diçim nava baxçê û dar, sebzeyan av didim. Dema diçim nava bexçê bêhna min fereh dibe. Ez pir ji xwezayê hez dikim. Berî ku şer li Helebê biqewime min li Şex Meqsûd jiyan dikir. Piştî qewimîna şer em hatin Efrînê. Li Şêx Meqsûd ji ber tunebûna cihê çandiniyê min nedikarî baxçe çêbikim. Lê bi hatina me ya Efrînê êdî min bi hêsanî xwesteka xwe ya çêkirina baxçeyekî pêkanî. Dema ez encamê keda xwe dibînim ez pir pê kêfxweş dibim."
'Divê tevahî jin bi keda xwe aboriya xwe bi dest bixin'
Esmet destnîşan kir ku bi çandiniyê re mirov dikare gelek berhem bi dest bixe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema mirov bi keda xwe karekî dike û berhemê wê dibîne gelekî kêfxweş dibe. Banga min jî ji bo hemû jinan ew ku bi keda xwe aboriya xwe bidest bixin û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Em her kes bi qasî derfetê xwe, çandiniyê dikin. Tu hêz ew ê nekaribin me bê zar bikin."
(lç/rc)