Jinan êrîşên li Hesekê nirxandin

09:11

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ- Jinên bajarê Hesekê êrîşên vê dawiyê ku ji hêla hêzên rêjîma Baas ve li ser benda kontrolê ya Asayîşa Rojava hatibûn çêkirin, şermezar kirin û derbarê wê de nêrînên xwe anîn ziman.

Êrîşên rêjîma Baas dem bi dem derdikevin holê, herî dawiyê ku li Qamişlo êrîş pêk anîbûn gelek sivîlan jiyana xwe jidest dabûn, niha jî bi armanca xirabkirina aramiya ku li bajarê Hesekê tê jiyîn êrîş li ser benda kontrolê ya Asayîşa Rojava pêk tîne û hovîtiya xwe dubare nîşan dide.

Endama Meclisa PYD'ê Delal Can êrîşên rêjîmê ku li ser benda kontrole ya Asayîşa Rojava pêk hatibû şermezar kir û wiha pê de çû: "Ev êrîş bi armancek tên kirin, rêjîm bi van êrîşan dixwaze aramiya li bajêr heyî xirab bike û li şûna wê tirs û xofê bixe dilê gel. Bi taybet dilê xwendekarên ku di wê demê de ezmûnên xwe didîtin. Di encama hovîtiya rêjîmê de, di vê êrîşê de du sivîlan jiyana xwe jidest da û malên gel jî zerar bûn. Lê çiqas êrîşên bi vî rengî bi ser me de bînin jî her em ê li ber xwe bidin û serkeftinê nîşan bidin."

Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava Albîn Ehmed berxwedana Asayîşê li hember êrîşên rêjîma Baas silav kir û wiha got: "Li beramberî hemû kiryarên rêjîma Baas wê gelê me li kêleka hêzên parastinê û Asayîşê têkoşînê bide meşandin. Ti kes nikare vîna gelê me tune bike. Bajarê Hesekê jî bi hemû pêkhateyên xwe ve yekbûna gelan îsbat dike û her wê ev ruhê wekheviyê di nava me de zindî bimîne."

(hs/rc)