Li Farqînê polîtîkayên çewisandin û cemawerîkirinê

09:12

Bêrîtan Canozer/JINHA

AMED – Li Farqînê ev 12 rojin qedexeya derketina derve hat rakirin lê pêkanînên rêveberiya teng di dewrê de ye. Li navçeyê polîs bi şev û roj digerin û bi awayekî keyfî welatiyan lêgerîn dike. Bi şev guleyan berdidin hewayê û mudaxaleyê derketina gel a şaneşînê jî dikin.

Li navçeya Farqîn a Amedê ji 3’ê Mijdara 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlan kirin û 12 roj berê qedexe hat rakirin. Di encama êrîşa polîs û leşkeran de li taxên Mescît, Tekel û Koanê xesarên mezin hatibûn dîtin. Hema hema hemû xanî bibûn hedefa guleyan û li taxan piştî qedexeyê qedexeyên fîîlî jî dest pê kirin. Polîsan Kona Azîzoglu ya taxa Mecsît jî veguhertin qerekolê û welatiyên di rê de derbas dibin jî di kontrola nasnameyê de derbas dikin. Polîs welatiyan bi awayekî keyfî dide sekinandin û gelek welatiyan jî tehdîd dikin. Di nava rojê de polîsên bi wesayîtan digerin qadên jiyana gel tacîz dikin.

Raste rast guleyan berdidin

Ji roja ku qedexe rabûye heta niha polîsan huzur neda gelê Farqînê, gel li mala wan jî nerehet dikin. Polîs destur nade gel derkevin şaneşînê û ser xaniyan. Polîs li kolanan raste rast guleyan berdidin û diqêrin.

‘Bila qerekol jî polîs jî biçin’

Jinên ji bo cilan xwe raxin diçin ser xaniyan, ji aliyê polîsan bi gotinên wekê ‘biçin xwarê’ jinan hişyar dikin û jin jî bi gotinên wekê ‘ev der xaniyê me ye ma kariş vir jî didin’ bersiv didin. Jinên ku nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku fikarên wan hene û gotin bila polîs jî qerekol jî ji taxa wan biçe.

Gelo planek nû ya cemawerîkirinê ye?

Gelê navçeyê diyar kirin ku ew bi polîtîkayên çewisandinê re rû bi rû ne û gotin dewlet dixwaze li Farqînê veguhestina bajarvaniyê bike. Gel diyar kir ku agahiya wê li her taxê du qerekol çêbibe, belav bûye û tê gotin ku wê biryara ‘cemawerîkirinê’ li Farqînê jî bigirin.

(hu)