Ji bo bavê xwe yê ku dayika wê qetil kir: Bila ti car ji girtîgehê dernekeve!
09:13
Ayşe Yilmaz-Ozgu Ozutok/JINHA
MANÎSA – Teslîma Guler ya li navçeya Kirkagaç taxa Bakir ji aliyê hevjînê xwe hat qetilkirin, hevjînê Mehmet Guler rastî cezayê muebetê hat. Keça Teslîmeyê Cemîle Demîrkan beriya dozê axivî û got: “Ez ji kesekî wisa re nabêjim bav. Ez naxwazim ew ti car ji girtîgehê derkeve.”
Di 18’ê îlona 2015’an de li navçeya Kirkagaç ya Manîsayê Teslîme Guler ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Guler ve hat qetilkirin. Doza li Dadgeha Cezaya Giran a Akhîsarê hat vekirin de Mehmet Guler rastî cezayê Muebetê hat. Keça Teslîmeyê, Cemîleyê bûyera bi êş vegot.
‘Bavê te ez şewitandim’
Cemîleyê got şeva bûyerê li mal bûye û wiha got: “Ji min re telefon hat. Min baş fêm nekir. dayika min rakiribûn nexweşxaneyê. Ez çûm cem dayika xwe. Dayika min got bavê te ez şewitandim. Min got ez te dibim doktorekî baş. Meyê bibira Stenbolê. Her tişt hatibû amadekirin. Got wê bavê te nehêle. Min got çi dibe bila bibe emê te bibin. Birînên wê giran bû.”
‘Dayika min pere nedayê ji ber wê dayika min şewitand’
Cemîleyê diyar kir ku bavê wê dema alkolê digirt şîdet dikir û got: “Bavê min maeşa birayê min yê astengdar dixwaze. Dayika min jî nade.Dayika min her tim didayê. Lê wê rojê gotiye ji me re lazime ez nadim. Li ser vê nîqaş kirine. Bavê min jî îsporto bi ser dayika min de kiriye û şewitandiye.”
Cemîleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê şevê jî birayê min li malê tup girêdayê. Dema agir derdikeve, xwişka min dibêje her hal tup dişewite û diçe ku gazî birayê min bike. Nizane ku dayika min dişewite. Birayê min tê ku dibîne dayika min dişewite. Hema betaniyê davêje ser. Gazî ambulansê dikin û dayika min heta ambulansê dimeşe.”
‘Min ew jî kir gorê’
Cemîleyê got ew naxwaze bavê xwe bibîne û wiha pê de çû: “Roja min dayika xwe kir gorê, min bavê xwe jî kir gorê. Aliyê baş yên bavê min hebûn. Lê dema alkol digirt, dibû kesekî xerab. Xwe winda dikir. Ji ber li salona dadgehê ruyê wî nebînim, ez naxwazim biçim hundir.”
‘Hîna ji girtîgehê nameyan dinivîse’
Axaftina Cemîleyê wiha berdewam kir: “Piştî wefata dayika min ez bi piştgiriya hevjînê xwe li ser piyan mam. Bavê min hîna ji girtîgehê nameyan ji min re dişîne. Di nameyan dibêje ez poşmanim, min efû bikin. Min nameyên wî nexwendin. Hevjînê min xwendin. Dibêje ti bi merhemetî, ger ti min efû bikî wê xwe û birayên te jî min efû bikin.”
‘Bila ji girtîgehê qet dernekeve’
Cemîleyê got bila qet bavê wê ji girtîgehê dernekeve. Cemîleyê got: “Dema em biçûk bun dayika min jehr xwar û xwe întîhar kir. Malbata wê jî ji ber zarokên wê hebûne şûnde şandine. Dayika min tiştekî nebaş bi bavê min nekir. Ez ji wî bavî re nabêjim bav. Min wêneyê wî jî dan ber agir. Ji bo min qedya.”
Cemîleyê da zanîn ku piştî mirina dayika xwe birayê xwe yê astengdar jî girtiye cem xwe.
(hu)