Jina bi dengê xwe muzîka kurdî anî roja me Yalda Abbasî
09:13
JINHA
STENBOL-Yalda Abbasî ku bi hunera xwe di têkoşîna Kurdan de enî da qezenckirin got: “Gerîlayên jin şer dikin. Ez jî bi hunera xwe destekê didim wan. Ez şerê xwe wisa didim. Ez têkoşîna xwe bi hunerê didim.”
Yalda Abbasî k udi çarçoveya 2’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd de hat Stenbolê û konser da, li ser destpêkirina xwe ya muzîkê, dixwaze di muzîkê de çi bike û têkildarî cih girtina jinên Kurd a di muzîkê de axivî. Yalda diyar kir ku dayika wê bûye wesîle ku ew di muzîkê de cih bigire û wiha berdewam kir: “Dayika min ji min re stran digot. Min di 5 saliya xwe de dest bi gotina stranan kir. Min di 11 saliya xwe de li dotarê da. Dayika min jinek dixebitî ya kedkar bû. Cil û berg didurit.Ji tecrubeyên ku min ji wê giritye ez cilê xwe didurim. Bê guman min muzîk îcra kir û tecrubeyên min wê demê ketin ser hev. Dema stranan vedibêjim ez diçim wan deman. Ez tevlî rupelên dîrokê dibim û dibêjim çi hatiye serê me Kurdan, dibêjim 100-200 sal bê çi bûye.
‘Gerîlayên jin şer dikin û ez jî bi dengê xwe şerê xwe dikim’
Yalda da zanîn ku ew stranên xwe wek hêzekî dibîne û wiha berdewam kir: “Têkoşîna jinan jî di stranên min de xwe didin hîs kirin. Li Kobanê şerek heye. Jin û mêrên Kurd şer dikin. Şehîd dikevin.Stranên min ji wan re bû hêz. Ji bo ez bêjim dilê min bi we re ye min stranê xwe gotin. Gerîlayên jin şer dikin. Ez jî bi hunera xwe deng didim wan. Ez şerê xwe wiha berdewam dikim.
Yalda destnîşan kir ku ew têkoşîna xwe bi hunera xwe dide û got şer dilê wê diêşîne, êdî naxwaze sahneyên şer bibîne. Yalda got: “Bila her çar parçeyê Kurdistanê bibin xwehbira. Bila hev biparêzin. Ne tenê bo êşa Kurdan, bila ji bo hemû êşan aştî û huzur hebe.”
‘Ez xwe di demên qedîm de dibînim’
Yalda axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez dixwazim ji jinên Kurd komek muzîkê ava bikim. Ez pir dixwazim. Hejmara jinên Kurd yên perwerda muzîkê a profesyonel girtiye pir kême. Jinên di komê de ligel min dixebitin yên Farsin. Muzîka Kurd pir diecibînin. Ji min re dibin alîkar. Muzîka Kurdî gelek xurte. Ez Xwe di demên qedîm di salên 400-500’î de dibînim. Çi hatiye serê jinên Kurd, hatiye serê malbata min dibînim. Ji ber ku muzîka kurd dîroke.”
Yalda got ew stranan xweş dibêje û helbetan xwe dixwîne, lê bi qasî dayika xwe nekare biaxive û got: “Ji ber vê ez zimanê xwe qels dibînim. Divê ez li ser zimanê dayika xwe bixebitim.Ez li welatekî wek Îranê jineke gelek xurtim. Ji bo ez amîle nebim ez biz iman hatim terbiyekirin. Ez ji hêza dayika xwe xwedî dibim.”
‘Yalda û dayika xwe wekê din kes tine’
Dayika wê Roya Yalda jî behsa paşerojê kir û wiha got: “Kurdistan parçe parçe kirin. Em surgunê Horosanê kirin. Kes bi hebûna me ne agahdar bû. Lê dengê Yaldayê em bi cîhanê hesandin. Dengê min jî dide bihistin. Li Îranê 25 sala dengê min derneket. Destur nedan ez stranên xwe bêjim. Lê Yaldayê em gihandin armanca me. Ne sponsor û ne jî menajerê Yaldayê heye. Yalda û dayika xwe… wekê din kes tine..”
(hu)