Ji Hevgirtina Jinan banga pira xwişkan
09:34
Habibe Eren/JINHA
ENQERE - Jinên di koma kampanye ya '#Hevgirtina Jinan a li dijî şer û şidetê', ji bo avakirina 'pira xwişkan' ji Enqerê heya Kurdistanê li benda alîkariyê ne gotin: "Bi armanca li hemberî deshilata, li gel hejaranbûyîn û bertekên jinan dayîna nîşandan me dest bi vê kampanya yê kiriye."
Bi armanca balkişandina ser şerê li Kurdistanê tê meşandin, şêwirmendiya jinan û rawestandina şer jin têkevin nava tevgerê komek jinan dest bi kampanye ya '#Hevgirtina Jinan a li dijî şer û şidetê' kirin. Heya 1'ê Îlonê dê di çarçoveya kampanya yê de çalakiyên nobetê, çuyîna Kurdistanê û kampanya yên alîkariyê bên despêkirin.
Starta kampanye ya '#Hevgirtina Jinan a li dijî şer û şidetê' ku jinên Tirkiye û Kurdistanê aniye bahev hat dayîn. Li gel Kolektifa Feministên Enqerê gelek jin hatin bahev û vê kampanya yê dan despêkirin. Ji bo dabînkirina pêdiviyên jinên di nava şer de dijîn û ji şer bandorbûne alîkariyê berhevbikin. Jinên ku bi diruşma; "Heya rakirina dopêç û qedexeyên derketina kolanan, ewlehiyek giştî neyê çêkirin û dest bi hevdîtinên muzakereyan neyê kirin emê li hemberî şer gotina xwe berdewam bikin" li benda alîkariya hemû jinan in"
Ji Enqerê ber bi Sur, Silopî û Cizîrê ve 'Pira xwişkan'
Ji koma kampanya yê Derya Uysal, diyar kir ku ji bo ew weke jinên Enqerê li hember jinên li Kurdistanê di nava şer de dijîn bêdeng nemînin dest bi vê kampaniyayê kirine û wiha domand: "Bi jinên li Kurdistanê di nava şer de dijîn re şêwirmendî, bi jinên mexdurê şidetê ji bo xwe tenê nebînin ev dana hîskirin. Emê ji Enqerê ber bi Sur, Silopî, Cizîr û Nisêbînê ve 'Pira xwişkan' çêbikin. Ji bo bihêzkirina şêwirmendiya jinan me dest bi vê kampaniyayê kiriye."
'Ev şer tenê ne li Kurdistanê ye'
Derya da zanîn ku dê çend lingên vê kampaniyayê bên avakirin û wiha berdewam kir: "Armanca me ya sereke şerê li Kurdistanê tê jiyankirin, li vêderê dayîna bihîstine. Ji bo em bidin zanîn ku şer, tindî û şidet tenê ne li Kurdistanê ser jin û zarokan tê jiyandin, li vêderê jî bandorê li jin û zarokan dike. Ji bo me ev kampaniya xwediyê giringiyek wihaye ku her dem em dibêjin di şeran de herî zêde jin bandor dibin, dema ku em li hemberî deshilatan serî nerakin ew li gora berjewandiyên xwe nêzdibin û şer kur dikin. Ji bo li hember deshilatan li gel hejaranbûn û bertekên jinan dîtinê em li benda alîkariya hemû jinan in."
'Ji bo em li Tirkiyê bêjin 'na' me dest bi kampaniyayê kir'
Ji koma jinan a kampanya dane despêkirin Nur Aytemur jî destnîşan kir ku ji bo jinên rêxistinkirî û bê rêxistin ên Enqerê li hev kombibin ji şer û hovîtiya li Kurdistanê tê meşandin re bêjin 'na' û li hemberî wê têkoşînê mezinbikin me ev kampaniya daye despêkirin û wiha dom kir: "Em dixwazin bidin nîşandan ku ev şer dê tenê ne li Kurdistanê berdewam bike, dê derbazî Tirkiyê jî bibe. Li hemberî vî şerî tenê ne jinên li Kurdistanê di berxwedanê denin, yên Tirkiyê jî."
Nur banga mezinkirina vê kampaniyayê li hemû jinan kir û got; "Em jin dikarin vê polîtîkaya şer û şidetê ya dewletê bidin rawestandin."
(zt)