Li hember kelha berxwedanê konên jiyanê

09:38

JINHA

ŞIRNEX -Şirnexiyên ku ji ber êrîş û qetliamê hêzên dewletê ji taxên xwe koçkirine, li hemberî qalaya Şirnaxê di konan de jiyana xwe berdewam dikin. Şirnexiyan destnîşan kirin ku wek Êzidiyên ji Şengalê dûr hatin xistin ji mal û taxên xwe penaber bûne.

Bajarê Şirnexê ku li ser çiyan hatiyê avakirin, dişibe qalayên dîrokî. Şirnek ev 67 rojin li dijî êrîşên bombeyî, duman û şewtandinê wek qalayek li ber xwe dide. Li ser semayên bajêr helîkopterek tê yek bilind dibe. Li bajêr dengên top û topan bi şev û roj kêm nabe.

Ji Şengalê heya Şirnexê…

Welatiyên ku ji ber top û çekên giran ji neçariya xwe ji mal û taxên xwe koç bûne, li gundên derdorê Şirnexê bi cih bûn. Bi dahan malbatên ku malên wan hatin şewîtandin ji ber êrîşan reviyan û li taxa Malên Afatê ku li hemberî Şirnexê ye di konan de jiyana xwe berdewam dikin. Wek tê zanîn di 3'ê Tabaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kir û bi hezaran welatiyên Êzidî ji cih û warên xwe koç kirin. Êzidiyên ku ji hovîtiya çeteyan rizgar bûn û li çar aliyên Bakûrê Kurdistanê di konan de jiyana xwe berdewam kirin, niha heman tişt welatiyên Şirnexê jî dijîn.

'Ferman rakırin ser me'

Şirnexî jî li dijî êrîş û talana hêza dewletê li çiyayên li hemberî Şirnexê disoje kon vedan û jiyana xwe di konan de berdewam dikin. Şirnexî wek Êzidiyan li wergehan hatin bi cih kirin û li hemberî hemû zor û zehmetiyan têdikoşin. Jinên ku taxên xwe dur û li konan de li ber xwe didin ji lêvên wan gotina "Ferman rakırin ser me" kêm nabe.

Jin avakarên jiyanê ne…

Jinên ku li her qadê pêşengiya jiyanê dikin li wergehê jî pêşengiya berxwedanê dikin. Henek welatî di nav konên ku şaredariyê ji wan re temîn kiriyê diminin henek ji wan jî bi xwe konan çêdikin. Welatiyên ku ne xwestin ji cih û warên lê ji dayîkbûne berdin disa li ser axa xwe dibin konên vala de dijin. Di nav konên biçûk de li aliyek nivînên wan li aliyek din jî dergûşên zarokan bi cih kirine. Disa zarokên ku wek enerjiya jiyanê tên pênasekirin li ber çavan diçin û tên. Zarokên ku şahîdiya hemû tiştê dikin niha li vê wergehê jî bi dayîk û bavên xwe re haya wan jî tu tiştî tune li hemberî zilm û zordariyê dijin.

Li wergehê kevneşopiya civaka kurdan tu carî ne goriyaye û kurd li der be çanda xwe dide jiyandin. Yek ji van çand û kevneşopiya civaka kurd jî konên ku li zozanan tên çêkirin e. Welatiyan li wergehê konê ser vekî vedan û mirîşik û çîçîkên xwe xwedî dikin.

Bi panoyên rojê pêdîviyên xwe yên elektîrîkê pêk tinin

Welatiyên ku pêdiviyên avê ji derve ve peyda dikin pirgirêka elektîrîkê jî ji enerjiya rojê çareser dikin. Hemû welatî li ber konên xwe panoyên enerjiy rojê li ber konên xwe danine û bi şev ronahiya xwe pêktinin.

Çavê her kesî li berxwedanê ye

Xebatên avakirina konan ku bi her awayî berdewam dike çavê ciwan, kal, jin û zarokan li berxwedana li navenda Şirnexê dibe ye. Hemû welatî bi dilek jan û tîjî êş çavên wan li Şirnexê ye.

(ho/rc)