'Lêpirsinên li ser kedkarên perwerdehiyê bila paş ve bê kişandin'
09:43
JINHA
AMED - Kampanya îmzayan a ji bo rakirina lêpirsina li ser kedkarên perwerdihiyê ên ku ji bo rawestandina êrîş û qetliamên li Kurdistanê tên meşandin di 29'ê Qanûn de dest bi çalakiya birçûbûnê kiribûn, bi baş ve bê kişandin berdewam dike. Endama Meclîsa Jinan ya Egîtîm Senê ya Amedê Ebru Kaymak Oztrk ji bo lêpirsin bi başve bê kişandin bangawazî kir.
Li gelek bajarên Kurdistanê yên wek Şirnex, Nîsebîn û Geverê bi qedexeya derketina kolanan re gelek qetliyam hatin kirin. Bi van êrîş û qetliyaman re jî operasyonên qirkirina siyasî jî hate destpêkirin û bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Kedkarên raya giştî li hemberî vê qetliyam û girtiyên siyasi bêdeng neman û bi çalakiyan bertekên xwe nişandan. Kedkarên ku sala borî di maha qanûnê de bi şîara "Li hemberî şer, em aştî û biratiyê înşa bikin" rojek dest bi çalakiyê kiribûn, lêpirsin hate destpêkirin. Di derbarê 4 hezar û 960 endamên Şaxa Egîtîm Sena Amedê bi hinceta "Tevlî çalakiyê bûne" de lêpirsin hate destpêkirin.
Li 5' cihan îmze tên komkirin
Egîtîm Sena Amedê di 1'ê Gulanê de li 5 şaxên xwe ji bo lêpirsinên li ser kedkarên perwerdehiyê bi baş ve bêkişandin kampanya ya îmzeyan da destpê kirin. Kedkar her roj seat di nav bera 17:00 û 19:00'an de li ber avahiya AVM Ceylan, Nînova, Medya, Parkorman û Sûmerparkê standa îmzeyan vekir. Îmzayên ku tên komkirin ji TBMM'ê re dê bên şandin.
Endama Meclîsa Jinan ya Egîtîm Senê ya Amedê Ebru Kaymak Ozturk derbarê kampanyaya îmzeyan de wiha agahî da: "Me li dijî êrîş û qetliyamên li heremê pêktên bertekên xwe nîşanda ev jî mafê me ya herî rewa ye. Lê ji bo vê lêpirsin ji bo me hate vekirin. Me li ser biryara sendîkayê çalaki da dest pê kirin. Ev jî suc hate ditin. Lêpîrsinên li ser endamên me hatiyê destpêkirin bila demîldest rabe."
'Divê em bi hev re deng derxin'
Ebru ji bo rawestandina qetliyamên li heremê pêktên banga yekîtiyê li hemû kesî kir û got: "Banga me li hemû mamoste û gelê me ye. Divê em hemû bi hev re li hemberî vê komkujiyê deng derxin û bertek nîşan bidin."
(ho/rc)