Wê çarçoveya cama zîhniyeta mêr bê xwarê: Piştevaniya Mor

10:02

JINHA

STENBOL- Piştevaniya Mor ya ku hedef dike li kargeriyan, fabrîkayan, taxan û qadan destdana li hemberÎ jinê û ‘çarçoveya cama’ zîhniyeta mêr bîne xwarê li Stenbolê jî hat avakirin. Berdevka Piştevaniya Mor, Cemîle Çakmak got: “Xebata Piştevaniya Mor wê gelek tiştî biguhere.Azadbûna jinê ya ku ji malan heta fabrîkayan destpêkiriye wê rejîma AKP’ê ji kurahî hilweşîne.”

Jinên ku bi nasnameya Sosyalîst Femînîst hatin cem hev destpêkê Pirebokên Kampusê av akirin û piştre jî têkoşîna jinan ya ji kampusan derket Piştevaniya Mor ava kirin. Piştevaniya Mor ya li Antakya û Edeneyê faliyetên aktîf dimeşîne, bi armanca ku li Stenbolê têkiliya xwişkbûnê xur bike,xwe bigihînin taxan û fabrîqeyan hat ava kirin. Piştevaniya Mor ku esas girt ku dest bidin jiyana jinên taxê armanc dikin ku taxan û fabrîqeyan li boyaxa mor boyax bikin.

‘Emê her derê bi mor boyax bikin’

Cemîleyê diyar kir ku ger rengê jinê mor be divê ew her derê bi rengê mor boyax bikin û got: “Lê divê em destpêkê di nava xwe de piştevaniyê ava bikin. Me xwest em li ser xurtkirina têkiliya xwişkbûnê biçin. Em dixwazin li her derê vê piştevaniyê ava bikin û jinan bînin cem hev.”

Cemîleyê bi lêv kir ku Piştevaniya Mor di encama lêgerîna jinan de derketiye holê û wiha berdewam kir: “Ez sazbûne ku hewl dide bibe dengê jinan. Li Stenbolê jî hewcedarî pir bi vê heye. Li vir ji bo em bibin dengê jinên kar û kedkarên malê ev derket holê. Em dixwazin destpêkê girseya xwe bînin cem hev. Xebatên bilindkirina hişmendiyê wê çêbe, emê nîqaşên pirtûkan bikin.”

Jin wê di 4’ê Hezîranê de bên cem hev

Cemîleyê da zanîn ku li taxa Gazî, Nurtepe, Esenyali, Kartal û Kadikoyê di nav têkiliyê de ne û got fikara wan ya avakirina komeleyê heye. Cemîleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Antakyayê xebat li hemû bajarokan belav bûye. Xebatên atolyeyê tên kirin. Ev xebat bixwebawerbûnê dide jinên li malê hatine heps kirin. Di xebatên li Antakyayê hatine kirin de jin aktîf bûne. Xebat belav bûne. Me terza rêxistibûna wir mînak girt. Em dixwazin vê bikin jiyanê. Li pêş me perwerdeya yekem heye. Di 4’ê Hezîranê de li Modayê bi şîara ‘Kenê xwe bigire û were’ emê bên cem hev.”

‘Divê em mêrên di hundirê xwe de bikujin’

Cemîleyê balkişand ser zîhniyeta serdest ya mêr û got: “Em li dijî serdestiya mêr, ji bo bilindkirina hişmendiyê dixwazin atolyeyan ava bikin. Piştî vê emê rêxistibûnê bidin destpêkirin. Divê em mêrên di hundirê xwe de bikujin. Em dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li her taxê makenîzmayê ava bikin.”

Piştevaniya Mor wê gelek tiştî biguhere

Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Xebata li Antakyayê em kelecanî kirin. Ji bo jinên hatine pelçiqandin, deriyê mor pêşkêşkirin pir girînge. Ji ber vê em bi kelecanin. Xebata Piştevaniya Mor wê gelek tiştî biguhere.Jinên li taxan bi melhef û karên destê xwe wê derkevin kolanê ev kelacanê dide mirovan. Cemîleyê got ew hedef dikin ku cama çarçoveya zîhniyeta serdest ya mêr danîn xwarê.

(hu)