Rojnamevan Aysel Avesta li Duhokê hat binçavkirin
10:47
Gulan
20
/ 2016
JINHA
DUHOK -Pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarê li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Aysel birine ku derê.
Pêşkêşvana Stêrk TV rojnamevan Aysel Avesta, duh êvarê li Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat binçavkirin. Hat ragihandin, Aysel ji bo bernameyekê li ser cejna Şêxan li Laleşa Nûranî bikişîne berê xwe da Duhokê. Rojnamevan Aysel, danê êvarê dema ket hundirê bajarê Duhokê hat binçavkirin. Aysl beriya niha bi demekê, ji bo bernameyên televîzyonê bikişîne çûbû Şengalê. Nayê zanîn bê Aysel birine ku derê.
(rc)