'Di şexsê Arzu Yildiz de zayenda jinê, pîşe û dayiktî hatiye darizandin’
11:11
JINHA
AMED – KJA’yê têkildarî biryara cezayê girtîgehê û ji ‘dayikabûnê menkirin’ ya derbarê rojnameger Arzu Yildiz de daxuyanî da û got: “Niha carek din zayenda jinê, pîşe û dayikbûn di şexsê rojnameger Arzu Yildiz de tê darizandin.” KJA’yê bang kir ku divê daraz demildest ji biryara xwe vegere.
Rojnameger Arzu Yildiz ku parastina dozgerên li 2’emîn Dadgeha Cezay aGiran a Tarsûsê lêpirsîna têkildarî TIR’ên ji Edeneyê muhîmat dibirin, dikir, weşand. Têkildarî Arzu de hem salek û 8 meh ceza hat dayîn û hem jî ji dayikbûnê hat men kirin. Têkildarî mijarê de KJA’yê daxuyaniyek da û diyar kir ku şîdeta li ser jinê her roj bi aliyê cuda dertên holê û got: “Êrîşa ku hera îro bi awayekî sîstematîk tê meşandin ne tesadufiye. Ev derketina zîhniyetekê ye û endezyariya civakê armanc dike.”
KJA’yê destnîşan kir ku zîhniyeta serdest ya mêr di vê demê de li aliyekî nasnameya zayenda jinê tine dike û ew tenê bi dayikbûnê sînor dikir û got: “Ruyê vê zîhniyetê bi hiştina cenazeya dayika Taybet ku 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, derket holê. Divê ev teqez neyê jibîrkirin. Niha careke din zayen, pîşe û dayiktiya jinê di şexsê Arzu Yildiz de tê darizandin. Ji 17’ê Gulana 2016’an heta niha 36 rojnameger li vî welatî hatin girtin û ev jî nîşan dide ku azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin. Darizandina Arzu Yildiz jî ruyê zayendperes yê vê derdixe holê.
KJA’yê da zanîn divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan û demildest dest ji vê furyaya girtinê bê berdan. KJA’yê got ew hêvî dikin ku demildest ji vê biryarê vegerin.
(hu)